'Divê her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk' 2023-05-07 09:02:44     STENBOL - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Herêma Duyemîn a Stenbolê Ayşan Aksoy ku dayika xwe esas girt û têkoşîna xwe mezin kir wiha axivî: “Li dijî kuştina jinan, li dijî êrişên zayendî ya li hemberî zarokan û li dijî şer dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk."    Namzeta Partiya Çep a Kesk a herêma duyemîn a Stenbolê Ayşan Aksoy diyar kir ku salên 90’î de malbata wê ji ber zextên delwetê ji gundê Zîlan a Êlihê koçî Stenbolê kiriye û li ser tiştên jiyane dest bi têkoşînê kiriye. Ayşan Aksoy beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ajansa me re nirxandin kir.    ‘Min dayika xwe û jin esas girtin’   Ayşan di 1979’an de li gundê Zîlan a Êlihê tê dinê. 11 xwişk û birane. Li gund dibistana seretayî dixwîne. Ya navîn jî li Kozlukê 3 salan li dibistana herêmîya razayî dixwîne. Ayşan diyar dike ku dayika wê xwedî hişmendiya jinê bû û dayika wê xwedî kesayetek mîlîtan bûye. Ayşan dibêj ji dayika xwe îlham û cesaret girtiye û got: “Dayika min jinek xurt û sekna wê pir zelal bû. Ev ji bo min bû îlham. Dayika min ji bo hemû zarokên xwe têkoşîn dida. Ez jî wisa mezin kirim. Ya ku ez berbi têkoşînê ve birim jî dayika min bû. Min dayika xwe û jin esas girtin û ketim têkoşînê.”   Êrişên nîjadperest!   Ayşanê da zanîn ku wê şahidiya salên 90’î kiriye û wiha dirêjî daye: “Ez hîna jî ji bandora wê pêvajoyê derneketime. Bêguman wê aliyên baş jî hebin. Ji bo têkoşînê wê ev min zindî bihêlin. Aliyê din jî ev bû ku salên 90’î bû kujerê zarokatiya min. Me gundên xwe vala nekiriba em ê bihata windakirin an jî em ê terkî mirinê bihata kirin. Yekane armanca wan ev bû ku herêmê bê mirov bihêlin. Piştî valakirina gundan malbata min koçî Stenbolê kir. Me gelek zehmetî kişandin. Ez bi dayika xwe re diçûm bazarê. Laçika spî li serê dayika min bû. Ji ber vê her tim em biçûk dixistin. Di wesayîtan de ji ber em kurdî diaxivîn bertek nîşan didan.em li xanî digeriyan xanî nedidan me. Bersiva wan ev bû ‘Hûn ji rojhilatin’. Yanî em li surgunê jî nestirîn. Ji ber vê min xwe di têoşînê de dît. Min li qada Galatasarayê Dayikên Şemiyê nas kir. Min ji wan hêz girt.”   ‘Divê em jin di meclîsê de bin’   Ayşanê, da zanîn ku bi têkoşîna jinan dest bi xebatan kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min tu carî dest ji têkoşînê berneda. Ez bû delegeya HDK’ê. Du deman min hevserokatiya navçeyê kir. Niha ji Partiya Çep a Kesk namzeta Stenbolê me. Divê jin di meclîsê de cih bigirin. Divê li meclîsê bibin denge jinan. Divê jin di meclîsê de bin ku li her malekê ronahiya jinê hebe. Min wek jinekê got ez bi têkoşîna xwe ya nasname têkoşîna zayendê divê li meclîsê bim. Ji bo dawî li kuştinên jinan, îstîsmara zarokan, krîza aboarî, butçeya ji şer re tê veqetandin bidawî be, divê her kes piştgiriyê bide Partiya Çep a Kesk. Divê her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.”