ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-07 09:00:00     *Li Qersê ji bo mîtînga ku sibê wê pêk bê, namzeta Partiya Çep a Kesk Gulcan Alp bang kir û got di bin Partiya Çepa Kesk de bên gel hev. BI DÎMEN    * Piştî erdhêjê welatiyên Çîglî ku alîkariyên dewletê nepan, bi hêza xweser jiyana komkun ava kirin. Çîglî ji sê taxan pêk tê û alîkariyên tên bi awayekî wekhev tên parvekirin. Pelîn Renklîtepe ya di koordîneyê de cih digire got dem ne dema şîngirtinê ye dem dema têkoşînê ye. BI DÎMEN    *Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li Semsûrê hejmara sindoqên bên avakirin diyar bû. Endama meclîsa şardariyê Suzan Şan da zanîn ku ji bo kesên ku erdhêjê de ji bajar derketine bang kir û got bila bên dengên xwe bikar bînin. BI DÎMEN    *Ji bo pratîka 20 salan a desthilatdariyê bê fêmkirin em dikarin tenê li pêkanînên li hember rojnamegeran binerin. Di van şertên ku 88 rojnameger girtîne de hilbijartin tên kirin û di van hilbijartinan de rojnameger jî wek her welatiyekî ya bêjin sansûr an jî azadiya çapemeniyê…MEDYA KRÎTÎK   * Namzeta Partiya Çep a Kesk a Herêma Duyemîn a Stenbolê Ayşan Aksoy ku dayika xwe esas girt û têkoşîna xwe mezin kir wiha axivî: “Li dijî kuştina jinan, li dijî êrişên zayendî ya li hemberî zarokan û li dijî şer dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk."  BI DÎMEN    *Endama Piştevaniya Mor Sezen Ezer diyar kir ku desthilatdariyê bi salan li ser jinan û hemû çînan polîtîka şer daye meşandin, butçeya gel û jinan ji şer re xerc kiriye. Sezenê got desthilatdarî hevkarên sûcê gumanbar û dijminê jinê ye û got di 14’ê Gulanê de dengên xwe nadin tu desthilatdariyeke ku dijminê jinê ye. BI DÎMEN