Wesayît ji bo hilbijêran hatin seferberkirin 2023-05-06 17:33:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk, ji bo gel biçe ser sindoqan wesayît û torên ragihandinê kirin seferber.   Dengdayîna hilbijartinên 14’ê Gulanê ku 27’ê Nîsanê li derveyê welêt dest pê kir, li nûnertiyên derveyê welêt ên li 73 welatan û li ber deriyên sînoran berdewam dike.   Li Fransa, Danîmarka, Hollanda û Luksembûrgê dengdayîn 11 roj in berdewam dike. Li Swîsre, DYE, Awûstralya, Belçîka, Îngilistan, Norwec, Yewnanistan û Kanadayê 9 roj in ku dengdayîn berdewam e. Li Çekya, Îsraîl, Îtalya, Polonya û Romanyayê 4 roj in deng tên dayîn. Li Japonya, Macaristan û Albanyayê jî du roj in ku deng tên dayîn.    Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyê Welat a Partiya Çep a Kesk, ji bo hilbijêrên li derveyê welêt, bibe ser sindoqan û dengê xwe bidin, hemû torên ragihandin û veguhastinê kirin seferber.   Erkdarên Koordînasyonê ji bo biçin ser sindoqan yek bi yek li hilbijêran digerin, hilbijêrên nexweş û bi emir ji malên wan digirin û dibin ser sindoqan. Koordînasyona Hilbijartinê ya ya Derveyê Welat a Partiya Çepên Kesk, li hin derên hemû herêmên dendayîn lê berdewam e, bi wesayîtan hilbijêran dibin ser sindoqan ku dengê xwe bidin. Koordînasyonê da zanîn ku ji bo hilbijêr bikarin dengê xwe bidin wan hemû torên veguhastinê kirine seferber.