Piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê: Em ê bêdeng nebin 2023-05-06 14:12:01   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'ê li gelek bajarî li dijî binçavkirina Dayikên Şemiyê daxuyanî da û nerazîbûna xwe nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Israra me hêza me ya herî mezin e. Em ê bêdeng nebin. Em ê dev jê bernedin."   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikşînin ser binçavkirin û girtina Dayikên Şemiyê her wiha binpêkirina mafên wan li gelek bajaran daxuyaniyên hemwext da.    Stenbol    Dayikên Şemiyê xwest ku di hefteya 945’emîn de jî çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin li dar dixin, li Qada Galatasarayê pêk bînin lê polîsan dayik û parazvanên mirovan binçavkirin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî kesên hatin binçavkirin li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Hatîce Onaran a daxuyanî da, diyar kir ku li dijî polîtîkayên zextker ên 5 heftene li dijî Dayikên Şemiyê tên sepandin bêdeng namînin û wiha got: “Em di hefteya çalakiya xwe ya di 945’emîn de careke din bi bîr dixin: Hemû aktorên ku hêza cemaweriyê bikartînin, mecbûr in li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tevbigerin. Walîtiya Stenbolê, Qeymeqamtiya Beyoglûyê û Miduriyeta Polîsan a Stenbolê neçare li gorî biryarên AYM’ê tevbigere. Israra di binpêkirinê de sûc e û em ê bibin şopdarê vî sûcî.”    Yek ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûn, da zanîn ku wê dest ji lêgerîna edaletê bernedin û wiha got: “Ev tişta ku desthilat dike bêedaletî ye. Em ê dest ji biryardariya xwe bernedin.”   Enqere   Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê xwest daxuyaniyê li ber avahiya komeleyê çêbike. Tevî astengiya polîsan jî metna hevpar ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevinç Koçak ve hat xwendin.    Sevinçê beriya daxuyaniyê wiha got:"Dayikên Şemiyê 28 sal in li windayên xwe digerin, têkoşîna heq û edaletê didin meşandin. Dewletê di hefteya 700'î de li Qada Galatasarayê dayikên me bi îşkenceyê kir bin çavan û derbarê wan de doz vekir. Tevî AYM'ê derbarê vê de biryara binpêkirinê da jî dîsa li cihên Dayikên Şemiyê lê ne tundiya polîsan heye. Em wekî parêzvanên mafê mirovan li gel têkoşîna Dayikên Şemiyê ya heq û edaletê ne. Em ê ji niha şûnde jî li gel hevdu bin."   Îzmîr   Li dijî êrişên li ser Dayikên Şemiyê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li ber Sumerbanka berê ha gel hevdu. Di daxuyaniyê de pankarta "Winda diyar in bersûc li ku ne" hat hilgirtin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk namzetê parlmenteriyê yê herêma yekemîn ê Partiya Çep a Kesk ê Îzmîrê Îbrahim Akin û namzeta herêma duyem a Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Burcu Gul Çubuk tevlî çalakiyê bûn.   Metna hevpar ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Zafer Înci ve hat xwendin. Li vir tundiya polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê hat şermezarkirin.    Di daxuyaniyê de hat gotin israrkirina di binpêkirinan de sûc e û em ê şopdarê vî sûcî bin.   Em bêdeng nabin   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew ê bêdeng nebin û hat gotin ew ê xwedî li heqê dayina daxuyaniyê ya li Qada Galatasarayê derkevin.