PDK’ê li Hewlêrê siyasetmedarek kurd binçav kir 2023-05-06 13:53:22     NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê siyasetmedara kurd ku nexweşiya wê giran e, li balafirxaneya Hewlêrê binçav kir.   Li gorî agahiyan siyasetmedara jin Azîme Arsû ya ku bi salan e ji bo gelê Kurd têdikoşe, di 2’yê Gulanê de li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatiye binçavkirin.   Li gorî agahiyan Arsû ya ji Şirnexê ku nexweşiya wê giran e, dema dixwest ji bo dermankirinê biçe derveyê welat ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin.   Heya niha jî aqûbeta siyasetmedara Kurd Azîme nayê zanîn.