Li Amedê xebatkarê DÎSKÎ’yê li jinekê xist 2023-05-06 10:31:59     AMED - Li navçeya Yenîşehîra Amedê xebatkarê DÎSKÎ’yê yê ku li saetên avê dinihêrehe, li jinekê xist.   Li Taxa Gundogan a navçeya Yenîşehîrê Herdem Ertokuş a 63 salî, îdia kir ku xebatkarê DÎSKÎ’yê li wê xistiye. Hate diyarkirin piştî lêdanê Herdem Ertokûş ji ser hişê xwe çûye, bi ambulansê ew rakirine nexweşxaneyê.   Herdem Ertokuş diyar kir wê ji xebatkar xwestiye bila li saeta wan a avê binihêre û got “Min jê xwest li saeta me ya avê mêze bike. Ji lew re 3 meh in fatûreya me ya avê nayê. Min got ger saeta me ya avê xerabe be, ez biçim DÎSKÎ’yê. Pêşî dijûn kir, dû re bi kulm û pehînan li min xist. Ji ber lêdanê ketim erdê. Min xwest rabim ser xwe, lê min nikaribû. Hê jî milê min û guhê min diêşin.”   Kurê Herdemê, Mehmet Ertokuş, jî anî ziman ku xebatkarê DÎSKÎ’yê yê bi navê Umît ji dayika wî re gotiye “Ez ji bo saeta avê hatim, çima tu ne li malê yî?” û li dêya wî xistiye.   Mehmet Ertokûş xwest êrîşkar bê cezakirin.