ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-06 09:00:00     * Bahar Peker ya di komisyona hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê de cih digire ji bo ewlehiya sindoqan bang kir û bi dirûşmeya "Bibin muşahîd xwedî li sindoqan derkeve" bang li gelê Amedê kir. BI DÎMEN   *Namzeta partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember jinan û got: “Yên we nas nakin hun jî nas nekin. Dengên xwe nedin kesên ku mafê we nas nakin.  Piştgiriyê nedin siyaseta ku tundiya li ser we erê dike.” DÎMEN HEYE   *Namzeta Partiya Çep a Kesk a Meletiyê Tulay Şakar da zanîn ku xebatên hilbijartinê bê navber dimeşînin û tevî operasyonan wê heta dawî xwedî li sindoqan derkevin.   *Ji hilbijartinan re demek kurt ma û di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin girtin û binçavkirin. Jinan bertek nîşanê girtinan da û diyar kirin ku desthilatdarî her cara tengerzar dibe serî li operasyonan dide û ewil çepameniya azad hedef digire. BI DÎMEN    *Jinên bajarokê Deştadarê ya Hezexê destnîşan kirin ku ew ê ji bo mafê ziman, nasname û azadiya girtiyan dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û banga xwedîderketina li sandoqan kirin. DÎMEN HEYE   *Li gorî agahiyên ajansa me ya meha nîsanê 23 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. Mirina 17 jin û 4 zarokan jî bi guman e. BI DÎMEN    *Jinên bertek nîşanî dorpêça Hukumeta Şamê ya li ser Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefi û Şehbayê dan wiha gotin:"Ger ev ambargo dewam bike wê bobelatên mirovî çêbibin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin. Bila ji bo vê ambargoyê çareserî bê dîtin." DÎMEN HEYE   * Ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, diyar kir ku Partiya Çep a Kesk ji bo jinan bû hêviyek mezin û got: "Ji bo em daxwazên xwe bînin ziman em ê sibê li Kadikoyê di hevdîtina jinan de bicivin, têkoşîn û piştevaniya jinê mezin bikin." BI DÎMEN