Xebatkarê DÎSKÎ’yê tundî li jinekê kir 2023-05-05 22:00:26   AMED – Li navçeya Yenîşehîrê jina bi navê Herdem Ertokuş diyar kir ku xebatkarê DÎSKÎ yê li saetên avê dinere, lêxistiye. Herdem, li nexweşxaneyê tê dermankirin.   Li Taxa Gundogan a navçeya Yenîşehîrê Herdem Ertokuş a 63 salî, îdia kir ku xebatkarê DÎSKÎ’yê li wê xistiye. Herdem ku ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çûye, bi ambulansa ku hat cihê bûyerê sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Jina ku nexweşîna dil jî pê re heye li nexweşxaneyê tê dermankirin.   Herdemê diyar kir ku xebatkarê DÎSKÎ’yê saet di 14.00’an de ji bo fatûreya avê hatiye taxê, lê bêyî ku fatûreyê bibire ji taxê çûye û got: “Min jê xwest li saeta me ya avê mêze bike. Ji lew re 3 meh in fatûreya me ya avê nayê. Min got ger saeta me ya avê xerabe be, ez biçim DÎSKÎ’yê. Pêşî dijûn kirin dû re bi kulm û pehînan li min xist. Ji ber lêdanê ketim erdê. Min xwest rabim ser xwe, lê min nikaribû. Hê jî milê min û guhê min diêşin.”   Kurê Herdemê, Mehmet Ertokuş, jî anî ziman ku xebatkarê DÎSKÎ’yê yê bi navê Umît ji dayika wî re gotiye “Ez ji bo saeta avê hatim, çima tu ne li malê yî?” û li dêya wî xistiye. Mehmet got: “Nexweşîna dil bi dayika min re heye, ji ber vê li nexweşxaneyê tê dermankirin.”   Mehmet xwest êrîşkar bên cezakirin.