Partiya Çep a Kesk li Tokatê ye 2023-05-05 19:35:07   TOKAT- Namzeta rêza yekem a Partiya Çep a Kesk a Tokatê Meltem Işik li navçeya Reşadiyeyê bi jinan re hat gel hev.   Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) li Tokatê xebatên hilbijartinan didomîne. Namzeta rêza yekemîn a Tokatê Meltek Işik, li navçeya Reşadiye ya Tokatê li gundên Yeşîlyurt, Kemalpaşa, Vavru û Verep belavok belav kir, çû serdana esnafan û di serdanên malan de bi jinan re hat gel hev.   Meltemê bernama partiye û danezana jinê ya partiye ji jinan re vegot û behsa hedefên Partiya Çep a Kesk kir.