Partiya Çep a Kesk li Cizîrê çû serdana gundan 2023-05-05 17:30:31   ŞIRNEX – Li Botanê Partiya Çep a Kesk bi namzetên xwe re bênavber xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya xebatan de li navçeya Cizîrê serdana gundan hatin kirin.   Rêxistina partiya Çep a Kesk yê navçeya Cizîrê bi beşdariya namzeta Şirnexê Newroz Uysal, Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Jinan a HDP’ê, Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelekê û MEBYA-DER’ê serdana gundên Cizîrê yê Xirabeşeref, Gijal, Derbaçya, Cibrî, Xirabreşkê, Bazift kirin.   Di serdanan de şandeya Partiya Çep a Kesk ji aliyê gel ve bi coşekê mezin û bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hate pêşwazî kirin.   ‘Ev hilbijartin yê serkeftinê ye’   Di serdanên gundan de namzet Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku Gelê Botanê wê xwedî li dengên xwe derbikeve. Newrozê wiha dirêjî dayê: “Em bi biryar û bi bawer in ku serbikevin. Di pêvajoya hilbijartinê de li hemberî birêz Ocalan ji aliyê tifaqên Cumhur û Milletê ve listîkên qirêj tê kirin. Le em ê neyên van lîstok û manîpûlasyonan. Birêz Ocalan 25 sal in di bin tecrîdekê giran de ye. Daxwaza gel ya yekser şikandina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan e. Ev hilbijartin wê hiobijartina serkeftinê be. Roja hilbijartinê wê du pûsûla were pêşiya me. A yekemîn yê pûsûlaya parlementeriyê ye û tê de em ê Partiya Çep a Keskê re mohra xwe bidin. Yê duyemîn jî yê Serokkomariyê ye û em ê Kiliçdaroglu re bidin. Em ji bo bikaranîna rayên xwe baldar bin û xwedî li sandoqên xwe derbikevin.”