Li Agiriyê hevdîtina gel 2023-05-05 16:38:16     AGIRÎ - Partiya Çep a Kesk li navçeyên Agirî û navenda Agiriyê xebatên hilbijartinê domandin û bal kişandin ser qeyrana aboriyê.    Xebatên hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Namzetên Partiya Çep a Kesk li Zêtka Dutax, Panos û Xemûra Agiriyê xebatên xwe domandin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê. Namzetên partiyê Zelal Yilmaz, Nejla Demîr, Heval Bozdag, Sirri Sakik û rêveberên partiyê tevlî xebatan bûn.    agr-05-05-2023-yesil-solparti-agiri-bulusmalari-zetka   Zêtka   Li Zêtkayê hevdîtina gel pêk hat û gel coşek mezin beşdarî hevdîtinê bû. Sirri Sakik di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê.   Xemûr   Li Xemûrê jî esnaf hatin ziyaretkirin. Namzetên Partiya Çep a Kesk yek bi yek serdana dikandaran kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    agr-05-05-2023-yesil-solparti-agiri-bulusmalari-dutax   Dutax   Şandeya ku çû Dutaxê bi konvoyê hatin pêşwazîkirin. Welatî li kolan, li ber baceyan, li şaneşînan derketin bi çepikan silav dan şandeyê. Bi sedan kes li qada ku axaftin bê kirin kom bûn û dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" hat berzkirin. Namzetên axivîn û behsa têkoşîna azadiya Gelê Kurd kirin.    agr-05-05-2023-yesil-solparti-agiri-bulusmalari-panos   Panos   Li navçeya Panosê jî şande bi konvoyê hatin pêşwazîkirin. Girseya ku li Cadeya Cumhuriyetê kombûn bi dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" heta qada Newrozê meşiyan. Li vir jî dirûşma "Bijî berxwadana zindanan" hat berzkirin. Li vir jî namzetan bal kişandin ser girtin û binçavkirinan û gotin kurd serî natewînin.