Ji bo girtiya nexweş Aynur Eplî wijdan neket dewrê 2023-05-05 09:07:33   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Girtiya nexweşa giran a 29 sal in girtiye Aynur Eplî ji ber tumora di serê wê de  rewşa wê her diçe giran dibe û hîna nehatiye tehliyekirin. Aynur bi hunerê hewl dide jiyana xwe bidomîne. Malbata wê pênûsên boyaxê jê re dişînin lê nayên dayîn.   Li girtîgehan ji ber şertên giran girtiyên nexweş dikevin rewşeke xirab û li hember mafê wan ên jiyanê rêzdarî nayê nîşandan. Bi taybet ev rewş li hember girtiyên siyasî hîn bêtir giran dibe. Serokomar Tayyîp Erdogan ku ji roja dest bi peywirê kiriye heta niha 22 girtiyên ceza xwarine yên ji hîzbullah, feto, darbe û hişbirê hatibûn girtin efû kir, girtiyên siyasî ji nedîtîve hat.   Girtiya siyasî Aynur Eplî ya 29 sal in girtiye li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin. 10 sal in tumor di mêjiyê wê de ye û nayê berdan. Salek û 6 meh ji tehliyeyê re maye û malbat bê navber ji bo keça xwe ya nexweş banga tehliyeyê dike.   Nexweşî li girtîgehê peyda bûn   Aynur ji Agiriyê ye û di 1993’yan de li Tozan a Îdirê hat girtin. Li girtîgehên Erzirom, Sêwas, Sêrt û Îzmîrê ma. Di 2012’an de dema li Girtîgeha Sêrtê bû di mêjiyê wê de tumor hat tespîtkirin. Piştî vê sewqî Amedê hat kirin. Salek piştî teşhîsê girtiyên ku dotmamên wê bûn Fatma Ozbay û Gulser Ozbay şandin cem wê. Lê ji ber malbat li Agiriyê bûn neçûn serdanan. Aynur ji ber tavê nabîne, di 29 salan de tevli grevên birçîbûnê bûye pê re nexweşiyên anemi, mîde û roviyan jî derket holê.   Rewşa wê giran dibe   Tevî 10 sal in tê zanîn tumor di serê Aynurê de ye raporên bijîşkên Girtîgeha Şakranê tune tên hesibandin û nayê berdan. Aynur her diçe hestên tehmê, bîhn, bihîstin û dîtinê jî winda dike.   Wêneyan xêz dike   Aynur tevî vê pêvajoya zehmet wêneyan xêz dike û têkoşîna jiyanê dide. Malbat û hevalên wê jê re pênûsên boyaxê dişînin lê îdareya girtîgehê nadê. Aynur bi derfetên qels wêneyan xêz dike. Wêneyên Aynurê ji aliyê ekîba ‘li hundir li derve jin’ di pêşangehekê de hat pêşandan. Aynurê pêşangeha xwe diyarî Kevser Elturk  (Ekîn Wan) ya YJA Starê ya li Gimgim a Muşê hat qetilkirin û Ozgecan Aslan a li Mêrsînê hatibû qetilkirin, kir.   Malbata Aynurê ji bo tehliyeya keça xwe her tim bang dike û diyar dike ku divê demildest bê berdan.