'Tirkiye mecbûr e ku li Sûriyeyê bi kurdan re rûnê' 2023-05-05 09:06:54     Melek Avci   ENQERE - Profesora civaknasiyê Neşe Ozgen diyar kir ku piştî hilbiajrtinên 14’ê Gulanê di qada navneteweyî de wê guherînên hevsengiya hêzê biafire û wih agot: “Piştî hilbijartinan  Tirkiye wê mijara Rojhilata Navîn, Sûriye û Kurdan de berlêvekirinên cuda pêk bîne û wê denge Kurdan zêdetir bê bihistin.”   Ji hilbijartinên 14’ê gulanê re demek kurt ma û ligel guherînên navxweyî yên li Tirkiyeyê, tê payîn ku desthilatdariya nû ya wê bê guherînan di hevsengiyên derve de biafirîne. Profesora civaknasiyê Neşe Ozgen derbarê têkiliyên ku heta niha desthilatdariya AKP-MHP’ê li Rojhilata Navîn pêk anîne, têkiliyên ava kirine, hevsengiyên hêzên navneteweyî de axivî.   Neşeyê da zanîn ku rewşa cîhanek nû  heye û ev di çarçoveya delwet bi dewletan re diaxivin bi teşe dibe. Neşeyê wiha got: “Bi qasî em dibînin li Kobanê, Rojava, kanton, rêveberiyên xwesr û polîtîka herêma rêveberiyên xweser yên têkoşîna azadiya Kurd afirandine heta niha ev mijarên têkiliyên navnetweyî yên zextxwir  çareser kiriye. Em bi vê ser bilindin û pesnên xwe didin. Ji ber rêveberyek ji jêr ber bi jor ve heye. Li Rojava gelê Kurd sazbûna zextxwir a dewletê ji ser xwe avêtiye û rast rast di navbera wekheviyê de diplomasiyê dimeşîne. Tirkiye jî ji bo berjewendiyan polîtîkayekê dimeşîne.”   ‘Têkiliyên navbera gelan de wê bên rojevê’   Neşeyê wiha domand: “Di hilbijartinan de berovajîkirina vê polîtîkayê girîng e. Di alî têkiliyên derve de ev hilbijartin wê guherînan bike. Gelek girînge ku Rêveberiya Xweser a Rojva bi Komara Tirkiyeyê re bikeve têkiliyên aşkera, wekhev û azad.Rêveberiya Xweser a Kurd û tevgera Kurd a Tirkiyeyê jî hêvî dike ku bi dewleta Tirk  re bikeve têkiliyên zelal û adîlane. Ev ji bo gelên Tirk, Kurd û hemû gelan wê destkeftiyek be. Piştî hilbijartinan têkiliyên navbera gelan wê bên rojevê.”    Siyaseta şer ya tê şopandin   Neşeyê got Tirkiye dest bi dagirkirina dersînor kirinê kiriye û bi awayekî cidî ji bo sazbûna Rojhilata Navîn biguherîne siyaseta qirkirin û zextê dimeşîne. Neşeyê daxuyakirin ku Tirkiyeyê heta niha mudaxaleyê cîranên xwe kiriye û ev mudaxale kiriye şer û dest bi dagirkeriyê kiriye.   ‘Hevsengiya hêzê wê biguhere’   Neşeyê wiha dirêjî daye: “Piştî hilbijartinan hinek guherîn tên payîn. Tirkiye piştî hilbijartinan di hundir de ligel destkeftyên demokratîk yên nû, di polîtîka derve de jî ji bo berjewendiyaên Kurdan, gelên Rojhilata Navîn, xizan, bindestan wê pêşketinên nû pêk bên. Ev bendewarî û hêvî mafê me ye. Ez jî dixwazim hêvî bikim ku ev wê pêk bên. Ji ber vê jî pêkane ku hevsengiya hêzê di qada navneteweyî de biguhere. Wê biguhere û bi astek mezin wê pêk bê. Tirkiye jî wê li gorî vê tevbigere.  Polîtîkayên Yekitiya Ewropa dibin, yên bi Amerîkayê re, yên bi NATO û Rûsyayê re dibin wê bikevin rêk û pêkbûnê.”   ‘Tirkiye wê bi Kurdan re runê’   Neşeyê daxuyakirin ku yek ji mijarek din ev e ku Tirkiye wek welatê ku çekan difroşe tê zanîn û got: “Ev mijar jî piştîhilbiajrtinan wê bi bernameyek cidî bê destgirtin. Divê mijara çekan ji taybetbûnê bê derxistin û bikin cemawerî û  bikeve bin kontrolê. Pêşketinên wisa ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê gelek bi fêde bin. Wisa xuyaye ku Tirkiye wê piştî hilbijartinan bi Kurdên Sûriyeyê re dîsa rune. Ev wek ferz li pêş e. Her wiha ji derveyê sînorên welat, polîtîkayên li hember sînorên herêmê divê bi baldarî bê destgirtin. Ez vê di alî akademisyen, siyasetmedaran de dibêjim.  Siyaset tenê di sînorên ku dewletê xêz kirine de nayê hepskirin.   Divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê di ferqa vê de bin. Em gelên ku qedera wan bi hev re hatiye girêdanê ne. Divê em gelên cuda wek dimin nebinin û newekheviyê nekin. Divê em van pisgirêkan çareser bikin. gelên her tim di pozisyona mexduriyetê de hene. Wek Kurdan wek Sûriyeyiyan. Divê bi hilbijartinan re  çareseriyên demokratîk pêk bên.”