'Hêviya ciwanan Partiya Çep a Kesk e' 2023-05-05 09:03:29   Rozerin Gultekin   STENBOL - Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Evîn Yeşîlmen der barê xebatên hilbijartin û rola ciwanan a di hilbijartinan de axivî û got wê desthilatdariyê bişînin, di govend û stranan de bên gel hev.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û xebat bê navber tên meşandin. Ciwanên ku her tim hedefa polîtîkayên desthilatdariyê ne bi biryarek mezin dikevin hilbijartinê. Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk ku deklerasyona hilbijartinê aşkera kirin diyar kirin ku wê ji bo pirsgirêkan bibin çareserî.   Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Evîn Yeşîlmen der barê berpirsyariya dikeve ser milê ciwanan de axivî û bang li ciwanan kir li dijî zihniyeta ku îradeya wan tune dihesibînin bi hev re îmzeya xwe bavêjin dîrokê.   ‘Rolek mezin dikeve ser ciwanan’   Evînê da zanîn divê ciwan li dora Partiya Çep a Kesk xwe bi rêxistin bikin û got: “Li pêş me hilbijartinek dîrokî heye. Di vir de rol û mîsyona giran dikeve ser milê ciwanan. Di vê hilbijartina dîrokî de rolek mezin dikeve ser milê jin û ciwanan. Danezana Partiya Çep a Kesk xîtabî jin û ciwanan dike. Em bi fikriyata HDP’ê re di bin amblema Çep a Kesk de xwe bi rêxistin dikin û bang li hemû kesî dikin ku xwe di bin vê sîwanê de bi rêxistin bikin.”   ‘Ciwan hêza motorê ya şoreşê ne’   Evînê destnîşan kir ku wek meclîsa ciwanan di 6’ê Nîsanê de starta hilbijartinê dane û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşînin û wiha domand: “Me bi dirûşma ‘dîsa ciwan dîsa serkeftin’ dest bi xebatan kir. Ciwan her tim hêza motorê ya şoreşê bûn. Li dijî zilma desthilatdariyan ciwan her tim serkeftî bûn. Em ê jin û ciwan qezenc bikin. Xebatên hilbijartinê didomin. Em bi partiya xwe re li her derê ne. Di rojên borî de li Okmeydani me hevdîtinek ciwanan pêk anî. Gelek ciwan tevli bûn. Xebatên kampanyaya hilbijartinê didomin.”   Hêviya jin û ciwanan Partiya Çep a Kesk e   Evînê diyar kir hêviya jin û ciwanan Partiya Çep a Kesk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me meclîsa ciwanan di deklerasyona hilbijartinê de  diyar kir ku em ji bo jiyanek wekhev xebatan dimeşînin. Hêviya jin û ciwanan Partiya Çep a Kesk e. Ciwan ji desthilatdariyê pir bi gazinc in. Wek hêvî jî Partiya Çep a Kesk dibînin. Navnîşana çareseriyê HDP’ê dibînin û Partiya Çep a Kesk a bi fikriyata HDP’ê dimeşe, wek çareserî dibînin. Tecrîd her diçe giran dibe. Lê aştî û azadî wê bi şikandina tecrîdê bê. Tecrîd jî wê bi rihê dînamîk a ciwanan bê rakirin.”   ‘Em ê desthilatdariyê bişînin û di govendan de bên gel hev’   Evînê da zanîn ew ê desthilatdariyê bişînin û di govendan de bên gel hev û wiha dawî lê anî: “Em ê di sindoqan de bersiva desthilatdariyê bidin. Em ê bi 100 parlamenterî bersiv bidin desthilatdariyê û desthilatdariyê bişînin. Em ê deshtilatdariyê bişînin û di govend û stranan de bên gel hev. Em ê faşîzmê di 14’ê Gulanê de têk bibin. Li dijî zîhniyeta ku îradeya me tune dihesibîne û mahkumê birçîbûnê dike, em ê îmzeya xwe biavêjin dîrokê."