ROJEVA 05'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-05 09:00:00     *Jinên ku ji gundên Dêrîkê ne, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û gotin: "Ji bo serkeftina hilbijartinê pêwîstî bi yekîtiyê heye û em bang li her kesî dikin ku xwedî li dengên xwe derkevin." BI DÎMEN    *"Jina rêxistinkirî momenta esas ya guherîna çanda serdest ya mêr e. Hem di alî mêr hem di alî jinê de, fêmkirina ku jiyana azad jinê esas digire, derbasdare. Em yeko yeko behsa jin an jî mêr nakin. Jina rêxistinkirî ji guherîna mêr berpirse." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Hiqûqnas û hunermendan diyar kirin ku desthilatdariya ku ketiye zorê rojnameger, hiqûqnas û gelek kes girtiye û got: “Ne hiqûqnas ne jî kedkarên çepameniyê ji gotina rastiyê netirsiya bêdeng neman. Ev komplo wê vala derkeve. Yekane rizgariya me heye têkoşîn e. An azadî yan azadî.” BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Evîn Yeşîlmen der barê xebatên hilbijartin û rola ciwanan a di hilbijartinan de axivî û got wê desthilatdariyê bişînin, di govend û stranan de bên gel hev. DÎMEN HEYE   *Profesora civaknasiyê Neşe Ozgen diyar kir ku piştî hilbiajrtinên 14’ê Gulanê di qada navneteweyî de wê guherînên hevsengiya hêzê biafire û wih agot: “Piştî hilbijartinan  Tirkiye wê mijara Rojhilata Navîn, Sûriye û Kurdan de berlêvekirinên cuda pêk bîne û wê denge Kurdan zêdetir bê bihistin.” DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweşa giran a 29 sal in girtiye Aynur Eplî ji ber tumora di serê wê de  rewşa wê her diçe giran dibe û hîna nehatiye tehliyekirin. Aynur bi hunerê hewl dide jiyana xwe bidomîne. Malbata wê pênûsên boyaxê jê re dişînin lê nayên dayîn.   *Jinên Îzmîrê nêrînên xwe yên der barê hilbijartinê de anîn ziman û polîtîkayên AKP’ê yên der barê aborî û jinan rexne kirin û gotin êdî guhertinê dixwazin. DÎMEN HEYE