Li Amedê parêzerekî din jî hat girtin 2023-05-04 22:03:05   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, parêzer Şerzan Yelboga hat girtin. Hejmara parêzerên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin gihîşt 4'an.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, beriya hilbijartinê li 21 bajaran rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Ji 216 kesan 145 kes di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin. Ji 145 kesan 51 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin û 94 kes jî hatibûn berdan.    Parêzer Bahar Oktay, Firat Yildiz, Muhîttîn Muguç, Şerzan Yelboga û Adîle Salman ku dozgeriyê der barê wan de biryara binçavkirinê dabû, ji bo îfadeyê çûn Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Ji Parêzeran Bahar Oktay, Firat Yildiz,Muhîttîn  Muguç û Adîle Salman bi şertê kontrolkirina edlî û parêzer Şerzan Yelboga jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Parêzeran Bahar Oktay bêyî şert, Firat Yildiz,Muhîttîn  Muguç û Adîle Salman bi şerta kontrola edlî hatin berdan. parêzer Şerzan Yelboga jî hat girtin.