Li Stenbolê tundiya mêr 2023-05-04 21:18:00   STENBOL - Li Stenbolê mêrê bi navê Muzaffer Meral, xwest jina bi navê Derya Muslu ku dest jê berdabû qetil bike.   Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê mêrê bi navê Muzaffer Meral, hewl da jina bi navê Derya Muslu ku dest jê berdabû qetil bike. Li ser îxbara kesên derdorê polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê.   Ekîbên tendurisityê muxaleyê Deryayê kirin û rakirin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Hasekê ya Stenbolê.   Hat hînbûn ku xetereya jiyana Derya Muslu tuneye û lêgerîna gumanbar didome.