Di doza Pinar Gultekîn de biyara bi hincet hat aşkerakirin 2023-05-04 19:07:37   MUGLA - Di doza Pinar Gultekîn de ku ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin de, dadgeha herêmî ‘daxistina tahrîka bê maf’ pêk anîbû.  Daîreya Ceza ya  4’emîn Dadgeha Edliya Herêmî ya Îzmîrê ku ev pêkanîn rakir û ceza xera kir û biryara bi hincet aşkera kir. Daîreyê diyar kir ku Cemal Metin Avci di pêvajoya darizandinê de parastinên xwe guhertiye.   Li Muglayê di 2020’an de xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn ji aliyê gumanbar Cemal Metîn Avci ve hatibû qeitklirin. Cemal Metin Avci yê ji sûcê ‘bi hestên çavsorî bi ezyetkişandinê û plankirî kes qetilkirin’ dihat darizandin û dadgeha herêmî der barê gumanbar de daxistina tahrîka bêmaf pêk anîbû.    Daireya Ceza ya 4’emîn Dadgeha Edliyeya Herêma Îzmîrê ku ev pêkanîna daxistina tahrîka bêmaf rakir û li Metîn Avci cezayê muebeta giran birî û  li birayê Metîn Avci, Mertcan Avci yê ji darizandinê hatibû beratkirin jî  4 sal û ceza birî, biryara xwe ya bi hincet aşkera kir.   Daîreyê di biryara xweya bi hincet de cih da kakila bûyerê û diyar kir ku Cemal Metîn Avci di pêvajoya darizandinê de parastinên xwe guhertiye.