Şêniyên Kobanê bi meşekê piştgirî dan Partiya Çep a Kesk 2023-05-04 13:39:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê ji bo piştgiriya bi Partiya Çep a Kesk a li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê meşeke girseyî hate lidarxistin.   Bi dirûşma "Li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengê xwe bidin namzetên jin" bi hezaran kes ji herêma Firatê li Kobanê daketin qadan.   Şêniyên herêmê li Qada Jin a Azad li hev kom bûn û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan.   Di meşê de alên Partiya Çep a Kesk, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bimire faşîzm", "Hilweşe desthilatdarî" hatin bilindkirin.   Piştî ku girseya gel gihîşt Qada Aştiyê, ji bo bibîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin. Ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî û diyar kir ku serketina li hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serketina Kurdistanê ye.   Di daxuyaniyê de işaret bi cihê gelê Bakurê Kurdistanê yê di şerê dijî DAÎŞ'ê de hate kirin û hate gotin, "Di şerê li dijî DAÎŞ'ê de gelê Bakurê Kurdistanê ji bo xelkê Kobanê bi şev û roj li ser piyan bû. Ji bo wê jî em ê jî li ser piyan bin û bi ser bikevin. Em di çavên her kesî de rêya azadî û serketinê dibînin."