Li hemberî provokasyonên li ser Şengalê banga hesasiyê hat kirin 2023-05-04 12:04:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî provokasyon û planên li hember Şengalê Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê û Balyozxaneya Fransayê daxuyaniyek da, banga hesasiyetê kirin.    Li hemberî Şengalê plansaziya Tirkiye û PDK'ê bi rêbazên cuda berdewam dikin. Herî dawiyê şewitandina mizgeftê û bicihkirina malbatên nêzî DAIŞ'ê ket rojevê. Bertek û nerazîbûnên li hemberî plansazî û provokasyonan berdewam dike.   Piştî hevdîtina PDK'ê ya bi HUDA-PAR'ê re ya di 26'ê nîsanê de pêk hat, êvara 27’ê nîsanê bêyî ku belge yan jî wêne û dîmenên wê hebin nûçeyek li ser medya dijîtal hat parvekirin û di nûçeyê de hat gotin li Şengalê xwepêşanderan mizgeft şewitandin. Vê nûçeyê li ser medya dijîtal dengvedanek mezin li pey xwe anî.    Xwepêşandan û şewitandin   Belavkirina nûçeya êrişkirin û şewitandina mizgefta li Şengalê, hemwextê xwepêşandana welatiyên Şengalê ya li dijî vegerandina hin malbatên ku di dema DAIŞ’ê de destê wan di qetilkirina êzidiyan a li Şengalê de hebû. Civaka êzidî bi israr in ku ew ê rê nedin kesên ku di dema DAIŞ’ê de hevkariya çeteyan kirin û destê wan di xwîna êzidiyan de hene, vegerin Şengalê. Lê dewleta Tirk û PDK’ê xwestina bala raya giştî ji ser xwepêşandanên li Şengalê bidin ser tiştek din.    Şewitandin ji rastiyê dûr in   Lê derket holê ku ew dîmenên şewitandina mizgeftê yên sala 2016’an e ku wê demê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêkhatibû. Rojek piştî belavkirina nûçeyên şewitandina mizgeftê, rêveberê polîsên Musil û çend kesayetek êzidî çûn nava Mizgefta Rehman a li Şengalê û diyarkirin ku ti ziyanek negihiştiya mizgeftê. Diyarkirin ku nûçeyên li ser şewitandina mizgeftê dûrî rastiyê ne. Her wiha jî nûnerên olî yên pêkhateyên Şengalê li ber mizgefta ku dihat îdiakirin hatiye şewitandin kombûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên olî yên êzidî, sûnî û şieyan axivîn. Di axaftinan de hat gotin, mizgeft wekî xwe maye û tu kesek nêzî mizgeftê nebûye. Hemû nûçeyên ku îdia dikin mizgeft hatiye şewitandin ji rastiyê dûr in.    Plana Bexda, Enqere û Hewlêrê    Derbarê mijarê de Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê û Balyozxaneya Fransa ya Bexdayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya platformê de hat destnîşankirin ku provokasyonên di çarçoveya stratejiya pevçûna baweriyên olî yên li Şengalê de bi armanca sabotekirina statûya bi berxwedanê ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev bûyer ji aliyê Bexda, Enqere û Hewlêrê ve wekî parçeyekî nêzikatiya dijminane ya li ser Şengalê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin “Li aliyekî malbatên alîgirên DAIŞ’ê tînin herêmê, li aliyê din jî civakên baweriyê li dijî hev sor dikin.    Armanca sereke ya bi van provokasyonan ew e ku statuya defakto ya ku li Şengalê bi xwîn, girî û berxwedaneke awarte hatiye bidestxistin, ji holê rakin. Dîtin û xurtkirina modela siyasî ya li ser bingeha felsefeya jiyana azadîxwaz, wekhevîxwaz û hevpar, bêguman hêzên heyî tirsandiye. Hêzên hegemonîk ên herêmê û hevkarên wan ên herêmî ji bo ku statukoya li ser bingeha mêtingerî û zordariyê neguhere, çi ji destê wan tê dikin û di vî alî de lîstikên xwe yên qirêj dilîzin.”   Li hemberî provokasyonan hestiyar bin'   Di daxuyaniya de hat gotin ku êrişên li hemberî baweriyan ji aliyê kê were kirin û li hemberî kê were kirin, wê neyê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tê xwestin qirkirina êzidiyan dewam bike, hate gotin ku parastina civaka êzidî ancax bi garantiya destûra bingehîn a xweseriya Şengalê pêkan e. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Divê DAIŞ û zîhniyetên mîna wê li Mezopotamyayê ku dergûşa baweriyan e, ji holê were rakirin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonên heyî û muhtemel ên ku tên kirin bi hestiyar bin û li dijî vê bi zanatî tevbigerin.”   'Civaka êzidî hedef tên nîşandan'   Balyozxaneya Fransa ya Bexdayê bi daxuyaniyek ragihand ku ew hemû daxuyanî û gotinên bi kîn ên ku li dijî civaka êzidî tên kirin şermezar dike. Di daxuyaniya Balyozxaneya Fransayê de hat gotin ku wek hemû pêkhateyên din ên Iraqê, êzidî jî mafê wan ê jiyana di nava aştî, ewlehî û rûmetê de heye. Hat gotin ku Fransa wê ji bo dayîna mafên êzidiyan a li Iraqê piştgiriya xwe ya ji bo êzidiyan berdewam bike. Her wiha daxwaz ji desthilatdarên Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin ku di hewildanên ji bo ewlehî û ji nûve avakirina Şengalê de berdewam bin. Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, Fransa piştgiriyê dide hemû giftûgo û danûstandinên aştiyane yên di navbera pêkhateyên cûda yên gelê Iraqê de.