Namzetên yekem ên jin ên Behrareş di Partiya Çep a Kesk de ne 2023-05-04 09:07:27     Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Li Rîze û Artvînê Partiya Çep a Kesk di rêza yekemîn de namzetên jin nîşan da. Gel eleqeyek mezin nîşanê namzetan dan. Namzetan wiha got: “Divê em li dora Partiya Çep a Kesk kom bibin. Ji bo jiyanek wekhev û azad zêdetir jin zêdetir jiyan. Em ê AKP’ê bişînin. Em jin wê aştiyê bînin welat.”   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek nêz ma. Partiya Çep a Kesk li her derê xebatên xwe bê navber dimeşîne. Li Behrareş jî xebat tên meşandin û yek ji cihên ku yekem car namzetên jin lê tên nîşandanê ye.   Namzeta Rîzeyê ya Partiya Çep a Kesk Ayşe Bekar Lokumcu û namzeta Artvînê Fulden Şahîn der barê xebatên xwe de ji ajansa me re axivîn.   Li dijî netewperestiyê nêrîna çep tercih kir   Namzeta Rîzeyê Ayşe Bekar Lokumcu da zanîn ku bavê wê delegeya Partiya Demokrat (DP) bûye û  bi salan ji vê nêrînê bandor bûye lê di lîseyê de nêrînên wê guheriye û got: “Em li Rîzeyê diketin dora tupê. Piştre hikûmet guherî. Partiya Edeletê (AP) hat. Nêrîna min ya siyasî guherî. Di kulubeyek telefonê de karkerekî kurd bi malbata xwe re diaxivî.  Ji ber kurdî axivî sê kesî bi awayekî dijwar lêdan. Min jî got netewperestiya we têk biçe. Ev hemû bûn sedema ku ez derbasî çep bibim.”   Têkoşîna birayê xwe dimeşîne   Ayşe, xwişka Metîn Lokumcu yê di hilbijartinên giştî yên 2011’ê de li Hopayê di mîtînga 31’ê Gulanê ya Tayyîp Erdogan de di êrîşa polîsan a bi gaza îsotê de ji ser hişê xwe çû û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest daye ye. Ayşe ku bi salane têkoşîna birayê xwe dimeşîne wiha dibêje: “Min der barê birayê xwe de parvekirin kirin. Nav van de du karîkator hilbijartine û doz vekirin. Qaşo der barê van parvekirinan de gilî kirine. Lê ez bawer nakim. Piştre 11 meh ceza dan min. Gotin ya tuyê vî cezayî bikşînî yan jî tuyê li cihekî ku dewlet dibêje bixebitî. Min qebûl nekir. Piştre gotin 5 salan divê tu sûc nekî.”Ayşe tevî hemû zextan li dijî polîtîkayên dewletê têkoşîna xwe meşandiye.   Partiya Çep a Kesk hêviyê dide     Ayşeyê dawiya axaftina xwe de got ji rêza yekem a Partiya Çep a Kesk li Rîzeyê namzet hatiye nişandan û wiha dawî lê anî: “Di namzetiya min de piştevaniya HDP’ê ya di pêvajoya doza Metîn de bi bandor bû. Di vê partiyê de hejmara jinan zêde ye. Vê gelek bandor li min kir. Ez aştiya civakî dixwazim. Partiya Çep a Kesk vê hêviyê dide min. Birayê  min dengê her kesî bû. Ez hilberînera çayê me. Ji bo çarseriya pirsgirêkên xwezayê bûm namzet."   Ji HADEP’ê heta Çep a Kesk   Namzeta Artvînê Fulden Şahîn jî diyar dike ku têkoşîna wê salên lîseyê de destpêkiriye û piştre bi HADEP ya di 1994’an de ava bûye berdewam kiriye, îro jî bi Partiya Çep a Kesk didome. Fulden ku li dijî tundiya dewlet-mêr têkoşîna jinê û ekolojiyê dide daxuyakirin ku biryar daye ku têkoşîna xwe di Partiya Çep a Kesk de bîne gel hev. Fuldenê wiha domand: “Çep a Kesk wekheviyê diparêze. Li dora me dijhiqûqî û binpêkirin pêk tê. Hêza girtinê dikeve. Texrîbata xwezayê tê jiyîn.  Îstîsmara zarokan zêde bû. Piştî erdhêjê min têkoşîna xwe di bin vê sîwanê de kir yek.”   Ji jinan piştgirî   Fuldenê balkişand ser namzetiya xwe û destnîşan kir ku di rêza yekemîn de nişandan gelek girînge û wiha nêrîn axwe anî ziman: “Me her tim digot partî wekheviya jinê diparêze. Heta mirovan bi çavên xwe nedîta bawer nedikirin. Niha bi namzetiya min re dibêjin denga me ji bo namzeta jine. Bi taybet ji jinan pişgirî gelek mezine.Partiya Çep a Kesk li dijî her cureyê pisgisrêkê dibe hêza çareseriyê. Em bi hemû gelan re tên gel hev û xebatên xwe wisa didomînin. Di serî de ji bom in û ji bo hemû kesî ev hilbijartin pir girînge. Em dibêjin zêdetir jin zêdetir jiyan.”