ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-04 09:00:00     *Siyasetmedaran ji bo mîtînga Partiya Çep a Kesk a sibe li qada Newrozê ya Qoserê bê lidarxistin, gotin: "Em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin, bila ev coş bibe coşa 14'ê Gulanê." BI DÎMEN    *Wezareta Dadê der barê astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nêrîn şand ji DBE’ê re û îdia kir ku li Îmraliyê pêkanînên xerab tune ye. Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku ev bersiv şaş e û got bersiveke ku wezareta dadê di çarçoveya qanûnan de bide tune ye, ev bersiv di konjoktura siyasî de hatiye dayîn. BI DÎMEN    *Dayika Aştiyê Behiye Duman di çalakiya ji bo jin û zarokên mexdûrên erdhejê di 1’ê Adarê de pêk hatibû de, polîsan lê îşkence kir û ji du cihan pişta wê şikandin. Behiyeyê diyar kir ku wê gilî bike û got li dijî êrîşan wê şûnde gavê navêje. DÎMEN HEYE   *Di ser erdhêjê re sê meh derbas bûn û tevî vê li gundê Bulam hîna kavil nehatine rakirin. Jinan diyar kirin ku hîna pirsgirêka hîjyenê dijîn û hefteyê carê dikarin serê xwe bişon. Jinan got ev bi nok û fasuleyan çareser nabe û gotin hîna pirsgirêkên wan çareser nebûne. DÎMEN HEYE   * Li Rîze û Artvînê Partiya Çep a Kesk di rêza yekemîn de namzetên jin nîşan da. Gel eleqeyek mezin nîşanê namzetan dan. Namzetan wiha got: “Divê em li dora Partiya Çep a Kesk kom bibin. Ji bo jiyanek wekhev û azad zêdetir jin zêdetir jiyan. Em ê AKP’ê bişînin. Em jin wê aştiyê bînin welat.” BI DÎMEN