Ji bo 23 kesên hatibûn binçavkirin daxwaza girtinê 2023-05-03 18:36:30   STENBOL- Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya komarê ya Eskîşehîr û Stenbolê ve hatibû meşandin de li 8 bajaran serdegirtina malan pêk hat û nav de hevserokê giştî ya ESP’ê jî heye gelek kes hatibûn binçavkirin. 23 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin.   30’ê Nîsanê de  Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya komarê ya Eskîşehîr û Stenbolê ve hatibû meşandin de li 8 bajaran serdegirtina malan pêk hat û nav de hevseroka giştî ya ESP’ê, endamên Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî heye gelek kes hatibûn binçavkirin.   Navde Hevserokê giştî ya ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA Nadiye Gurbuz û namzetên Partiya Çep a Kesk jî heye, biryara veşariyê dan ser dosyayan. Vê sibehê li edliyeyên Stenbol û Eskîşehîrê ifadeya 23 kesî hat girtin û  23 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh hatin kirin.