Partiya Çep a Kesk li gundên Qersê ye 2023-05-03 18:08:42   QERS - Partiya Çep a Kesk li Qersê gund bi gund digere û peyama ‘em ê bihev re biguherin’ dide.   Partiya Çep a Kesk xebatên hilbijartinê bê navber didomîne.  Li Qersê jî li gund û taxan serdanên malan pêk hatin. Namzeta Partiya Çep a Kesk Gulcan Alp,  li gundên navçeya Cilawûz xebatên hilbijartinê meşnad û namzetên din jî li navçeyên din serdan pêk anîn. Namzet Gulîstan Kiliç Koçyigît û heyeta ligel wê çûn gundên Selîm serdan pêk anîn. Namzetê din Sertaç Çelîkkalelî jî li gundên Kaxizmanê serdana gunda kir.   Namzet bi taybet ji aliyê jinan ve bi coşek mezin hatin pêşwazî kirin û namzetan di serdanan de pisgirêkên welatiyan guhdar kirin. Welatiyan diyar kirin ku êdî bes e û êdî dengên xwe nadin AKP’ê.