'Em li ba wan rojnemevanan e ku rêya heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikin' 2023-05-03 16:10:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Dema Jinê têkildarî 3'yê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê diyar kir ku Çapemeniya azad û rojnamevaniya jinê ne sûc e û got:"Em weke parazvanên mafan, li hember girtin, tundî, binçavkirin, hewldana bêdengkirinê; girîngiya azadiya vegotinê dubare dikin û dibêjin ku demildest divê rojnamevan bên berdan."   Komeleya Dema Jinê têkildarî 3'yê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî da. Komeleya Dema Jinê di daxuyaniyê de bal kişand ser tundiya li ser rojnamegeran û got:"Em li gel wan rojnemevanan e ku rêya heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikin. Heta bigihêjin azadiya ku heq dikin em li gel rojnamevanan in."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di sala 1993'yan de bi biryara Neteweyên Yekbûyî 3'yê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê tê pejirandin.   Li erdnîgariya ku em dijîn bi taybetî rojnamevanên kurd û muxalif her dem bi tundiyê re rûbirû diman û dimînin. Li Tirkiyeyê di deh mehên dawî de 34 rojnamevan hat girtin, ji nav van girtinan 12 kes jî rojnamevanên jin in. Bi girtinan tê xwestin ku kiryarên pîşeyî yên rojnamevanan were astengkirin. Di demeke nêz de rojnamevanên ku li Kadikoyê ji bo rojnamevanên girtî xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin lê bi kotekî û zordarî hatin binçavkirin. Rewakirina tundiyê û binçavkirina rojnamevanên jin nîşaneya polîtîkayên pergala heyî ye ku li hember jinan tê meşandin.    Em weke parazvanên mafan, li hember girtin, tundî, binçavkirin, hewldana bêdengkirinê; girîngiya azadiya vegotinê dubare dikin û dibêjin ku demildest divê rojnamevan bên berdan. Çapemeniya azad û rojnamevaniya jinê ne sûc e.    Em li gel wan rojnemevanan e ku rêya heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikin. Heta bigihêjin azadiya ku heq dikin em li gel rojnamevanan in.   Em ê bi piştevaniya xwe bi we re bin. "