Rojnamevan Nîlûfer Hamedî Xelata Azadiya Penûsê wergirt 2023-05-03 11:06:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Cemiyeta Rojnamegerên Elman Xelata Azadiya Penûsê ya 2023’yan da rojnamegera girtî Nîlûfer Hamedî ya ku yekem car qetilkirina Jîna Emînî ragihand.   Her sal di çarçoveya 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ji bo rojnamevanên li welatên cuda yên cîhanê girtî tê dayîn. Cemiyeta Rojnamegerên Alman (DJV) Xelata Azadiya Pênûsê ya sala 2023’yê da rojnamevana girtî Nîlûfer Hemedî ku yekem kes bû ku li Îranê qetilkirina Jîna Emînî ragihandibû.    Di daxuyaniya komeleyê ya di 2'yê Gulanê de hat dayîn de hat gotin, "Xwepêşandanên ku bi nûçeya vê nûçegîhanê ciwan dest pê kir hê jî dewam dikin. Rejîma Îslamî nikarîbû vê asteng bike." Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser navê Nilufer Hamedi wê pêşkeşvana bernameya qenala nûçeyan a netewî ya Elman Ingo Zamperoni xelatê bigre.   Çi qewimî?   Jina Kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê bi hinceta ku rêgeza hîcabê binpê kiriye ji aliyê polîsên 'exlaqê' ve rastî îşkenceyê hat. Jina Emînî ya ku 3 rojan li nexweşxaneyê di beşa lênihêrîna giran de ma jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina Jîna Emînî ji hesabê medyaya dîjîtal a rojnameger Nîlûfer Hamedî hat hînbûn ku wêneyê dê û bavê Jîna Emînî yên li nexweşxaneyê hev hembêz kirine bi nivîsa "Cilê şînê yê reş bûye ala me ya neteweyî" parve kiribû.   Piştre nûçegihanê rojnameya Hemmîhanê Elaha Mihemedî nûçeya merasîma cenaze li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin, çêkir. Hemmîhanê  di nûçeya xwe ya bi sernavê "Welatê şînê" de cih da gotinên bavê Jîna Emînî ku dibêje, "Pirsgirêka keça min a tenduristiyê tune bû, kî vê dibêje derewan dike." Hikûmeta Îranê îdia kir ku Jîna Emînî ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest daye. Elaha Muhammedî di nûçeya xwe de diyar kir ku hezar kes beşdarî merasîma cenaze bûne û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatine qîrîn.   Di rojên destpêkê yên serhildanê de her du rojnameger di serdegirtina li malên wan de hatin binçavkirin û girtin. Her wiha eşyayên elektronîk ên rojnamegeran jî hatin desteserkirin.   Ji Kanadayê xelat ji bo rojnamevanan   Federasyona Rojnamegerên Kanadayê ya ji bo Azadiya Derbirînê (CJFE) ku navenda wê li Kanadayê ye, "Xelata Azadiya Çapemeniyê" da rojnamevan Nîlûfer Hamedî û Elaha Muhammedî. Seroka CJFE Carol Off di axaftina xwe ya li merasîmê de ev tişt got:   "CFJE Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî dide Nîlufer Hemedî û Elaha Mihemedî yên ku azadî û jiyana xwe ji bo eşkerekirina tundiya tundûtûjiyê ya rejîma Îranê ya li dijî jinan xistine metirsiyê. Eger cesareta van rojnamegeran nebûya em ê rastiya qetilkirina Jîna Emînî hîn nebûna."   Berxwedana ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî dest pê kiribû, di meha 8’an de berdewam dike, dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê belav bû.