Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin 2023-05-03 09:47:46   Şehrîban Aslan    AMED - Pîştî 10 meh şûnde derbarê Midûra nûçeyan a Ajansa JINNEWS'ê Safiye Alagaş de îdianame hat amadekirin û danişîna yekem a dozê dê di 25'ê gulanê de bê dîtin.    Piştî 10 meh şûnde derbarê Midûra nûçeyan a ajansa me JINNEWS'ê Safiye Alagaş de îdîaname hat amadekirin. Safiye, di 8'ê hezîrana 2022'yan de di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatî destpêkirin de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Îdîanameya ku hat amadekirin ji hêla 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Danişîna yekem a dozê dê di 25'ê gulanê bê dîtin.    Îdîaname 383 rûpelan pêk tê û hesabê Youtube ya JINNEWS'ê, hesabên medyaya dijîtal û hwd hatin lêkolînkirin û wiha hat gotin: "Li gorî bîrdoziya rêxistinê li ser malperê berdevkiya rêxistinê kiriye." Her wiha nûçeyên derbarê Abdullah Ocalan, tecrîd, girtiyên nexweş, malbatên girtiyên nexweş, grevên birçîbûnê, binpêkirina mafên mirovan wek sûc hatin nirxandin. Nûçeyên rûtin ên wekî "Em fedekariya Aysel Dogan ji bîr nakin, Jin tevlî Konferansa Herêmî bûn, Meclîsa Çand û Hunerê ya HDK'ê hat avakirin hwd wek sûc hatin dîtin. Her wiha di îdîanameyê de wêneyên nûçeyên rûtin jî wek amûrê sûc hatin nirxandin.    Her wiha di îdîanameyê de îfadeyên Safiyeyê jî ya derbarê xebatên xwe û xebatên JINNEWS'ê de cih girt. Gotinên Safiyeyê yên di îddinameyê de wiha ne: "Ez berpirsê karê nivîsan a JINNEWS’ê me, her wiha ez hem edîtoriyê dikim û hem jî nûçeyan çêdikim. Şirketa JINNEWS'ê ya min bi xwe ye. Peyva tecrîdê ne peyveke rêxistinî ye hêla wê ya navneteweyî jî heye û ji bo kesên ku hatine îzolekirin tê bikaranîn. Komploya Navneteweyî jî ji hêla kurdan ve tê bikaranîn. Rojnameya Xwebûn jî ne li gorî talîmatên PKK'ê li gorî vîna xwe nûçeyan çêdike. Di sala 2017'an de piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Peyasê hat kirin ez ji kar hatim derxistin û min dest bi rojnamegeriyê kir. Min xwest ez bi rojnamegeriyê têkoşîna jinan bînim ziman û min ji ber vê ajans vekir. Belgeselên ku wek sûc tê nirxandin di pêvajoya çareseriyê de hatin çêkirin. Ez îdîayên ku derbarê min de hatine amadekirin qebûl nakim."    Dozger, entamtiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad ên ku bi KHK'ê hatî girtin, çêkirina nûçeyan û xwedîbûna JINNEWS'ê wek sûc nirxand û xwest bê ceza kirin.    Îdîanameya ku hatî amadekirin ji hêla 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û danişîna yekem a dozê jî dê di 25'ê gulanê de bê dîtin.