Partiya Çep a Kesk li Geverê duyemîn buroya hilbijartinê vekir 2023-05-02 19:39:01     COLEMÊRG - Partiya Çep a Kesk li Geverê duyemîn buroya hilbijartinê li avahiyên TOKÎ yên Pîzok vekir. DayikênAştiyê tevli vekirina buroyê vekir. Dayikên Aştiyê tevli vekirina buroyê bû.   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bê navber dieome. Li Geverê li taxa Esentepe li avahiyên TOKÎ yên Pîzok duyemîn buroya hilbijaritnê hat vekirin. Her wiha li Şemzînanê jî serdana 12 gundan hat kirin.   Namzetên Partiya Çep a Kesk Onur Duşunmez, parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk û HDP’ê tevli vekirinê bûn.Her wiha dayikên aştiyê jî tevli bû û bi coşek mezin buro hat vekirin.   Li gundan xebatên hilbijartinê   Her wiha li gundên Qelaşkê, Bêbap, Feqiyan, Gîrîk, Xîznê, Kenenekiya, Kadana, Şawirte, Masîro, Gare, Meleyan, Geleşîm a Şemzînan a Colemêrgê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de  serdan pêk hat. Namzet Vezîr Parlak di serdanan de cih girt.