Partiya Çep a Kesk çû serdana DÎSK’ê 2023-05-02 18:36:05   STENBOL - Namzetên Partiya Çep a Kesk yên Stenbolê çûn Navenda Giştî ya DÎSK’ê û diyar kirin ku karkerên di 1’ê  gulanê de qad tije kirine peyama ku bûne kirdeya pêvajoyeke nû dane.   Namzetên partiya çep a Kesk yên Stenbolê Îlknur Bîrol û Cengîz Çîçek jî têde heyetek çû Serdana Navenda Giştî ya DÎSK’ê.  Seroka giştî ya DÎSK’ê  Arzu Çerkezoglu û sekretere giştî Adnan  Serdaroglu heyeta Partiya Çep a Kesk pêşwazî kir. Namzet Îlkur Bîrol axaftinek kir û da zanîn ku hilbijartina 14’ê Gulanê wê jib o hemû gelênTirkiyeyê bibe hilbijartina guherinê û got ji bo guherinê jî peywirek mezin dikeve ser milê karker û kedkaran.   Arzu Çerkezoglu jî axaftinek kir û  destnîşan kir ku  girseya herî qerebalix a salên dawî ya 1’ê Gulanê duh li Stenbolê kom kirin e û wiha dirêjî daye: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek girîngin. Ev hilbijartin tercîha navbera rejîm û demokrasiyê deye. Demokrasî keda karkere.  Yên qada 1’ê Gulanê tije kirin îrada guherînê ye. Em ê bi hilbijartinên 14’ê Gulanê re bikevin pêvajoyek nû.”    ‘Em ê xwedî li sindoqan derkevin’   Îlknurê piştre pirsên rojnamegeran yên der barê ewlehiya hilbijartinan de bersivand û got wê gel xwedî li sindoqan derkevin û banga xwedî derketinê li hemû kesî kir.