Îfadeyên rojnamegeran yên li dozgeriyê temam bûn 2023-05-02 18:07:40   ENQERE- Rojnameagerên di lêpirsîna navenda wê Enqere de bû hatin binçavkirin kar û barên îfadeyên wan yên li dozgeriyê temam bûn. Parvekirinên li ser çapemeniya civakî, nûçe û hevdîtinên telefonan ji rojnamegeran hat pirsîn.   Navenda wê Enqere li 15 bajarî di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de operasyon hatin destpêkirin. Nav de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu û nûçegîhanê Ajansa Mepotamya (MA) Sedat Yilmaz jî têde 17 kes hatin binçavkirin.  Piştî îfadeyênli Midûriyeta Emniyetê sewqî Edliya Enqereyê hatibûn kirin.   Nûçe bûn mijara sûc   Rojnamegerên ku kar û barên îfadeyên wan  yên li dozgeriyê temam  bûn, nûçeyên çêkirine, parvekirinên li ser çapemeniya civakî û hevdîtinên telefonê jê hatin pirsîn.   Biryara dozger tê payîn   Xwişka Sedat, Fîlîz Yilmaz piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan û der barê biçavkirinên din de jî biryar tê payîn.