3 cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê 2023-05-02 16:05:50       MÊRDÎN - Di çarçoveya operasyona ku bi rojan e li bejahiya Çiyayê Bagokê dewam dike de tevgera hewayî didome û hat hînbûn ku cenazeyên 3 kesan rakirin morga nexweşxaneyê.   Di çarçoveya tevgera leşkerî ya bi rojan e li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de tevgera helîkopteran didome. Helîkopterên ku beşdarî operasyona leşkerî ya li herêmê bûn ji Baregeha Leşkerî ya Cevatpaşa ya Midyadê rabûn, hat diyar kirin ku hin helîkopter vegeriyan baregehê.    3 cenaze anîn   Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku operasyona li bejayî ya li herêmê didomîn. Li aliyê din li gorî agahiyên bi dest ketine; cenazeyên 3 kesên ku hat diyarkirin HPG’yî ne, anîn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.