Komeleya Mafê Mirovan: Werzîşvanek jin li Îranê hate qetilkirin 2023-05-02 11:47:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakvana mafê mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarin Cheng li Îranê hatiye qetilkirin.   Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana mafê mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarin Cheng hatiye qetilkirin û cenazeyê wê li qontarê çiyayek yê Tahranê hatiye dîtin.   Hêjayî gotinê ye çalakvan Mehsa Zarin Cheng dema ku piştgirî dayî serhildanên gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û gelek caran di dema serhildanê de hatiye binçavkirin û êşkence lê hatiye kirin. Roja ku wê bi hevalên xwe re biçûya çiyageriyê winda bû. Di heman rojê de rayedarên hikumeta Îranê li ser mala werzîşvan de girtin, dest danîn li ser tiştên wê ên şexsî, malbatê jî daxuyaniyek fermî neda. Di 1’ê Gulanê de cenazeyê werzîşvanê li qontara çiyayek yê Tahranê hat dîtin.   Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku werzîşvan hatiye qetilkirin û gef li malbatê hatiye kirin. Ji malbatê xwestin sedemê mirina wê weke ‘Dema ku hildida çiya ji bilandahiyê ketiye’ diyarbikin û sedemê mirina wê nehat eşkere kirin.   Cenazeyê Mehsa Zarin Cheng di bin dorpêça hêzên hikumetê de li goristana Îlam Beheşt Reza hate definkirin.