Li Îzmîrê Coşa 1'ê Gulanê 2023-05-01 15:15:48     ÎZMÎR - Li Îzmîrê di pêşengiya Eniya Ked û Azadiyê de li Qada Gundogdu 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran bi mîtîngeke girseyî hat pîrozkirin.   Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê mitînga 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran li dar xist. Ji Lîmakê, Borsa û Qada Basmaneyê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl heta Qada Gundogdûyê meş hatin lidarxistin. Di meşê de pankartên parastina kedê hatin hildan û dirûşm hatin berzkirin.    Nûnerên sendîkayan û Komîteya Amadekar di mitîngê de gel silavkirin û pankarta “Bi xatirê we hûn diçin” bal kişand ser xwe. Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer derket ser dikê û girse silav kir û destnîşan kir ku ew ê di demek nêz de pergalê biguherînin.     'Em ê herdem li dijî kedxwariyê bin'   Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari li ser navê Komîteya Amadekar daxuyaniya hevpar xwend û destnîşan kir ku mitînga îsal a 1’ê Gualnê wê bibe destpêkek nû û ew ê her dem li dijî kedkxwariyê rabin.   'Li dijî aştiyê ne'     Memîş anî ziman ku aliyên faşizan di bin sîwana tifaqa paşverû de kom bûne û derd û kulê vê tifaqê ew e ku pirsgirêka kurd înkar bikin û li dijî jinan, aştiyê û demokrasiyê ne. Memîş destnîşan kir ku ev îktidar tayînkirina pergala qeyûman li ser gel rewa dibîne û wiha got: “Her wiha îktidar înkarê, îxracan, bêdaletiyê, yekperestiyê, milîtarîzmê, îşkence, sepanên dijmirovî yên li girtîgehan û operasyonên qirkirina siyasî li ser me ferz dike û rewa dibîne.” Sari polîtîkayên aborî yên 20 salên dawî rexne kir û destnîşan kir ku ew ê vê îktidarê bişînin û jê xelas bibin.    Mitîng bi stranên hunermend Sûavî berdewam kir.