Kurdên li Ewropayê herikîn qadên 1'ê Gulanê 2023-05-01 14:28:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek welatên Ewropayê di 1'ê Gulanê de karker û kedkar daketin qadan, Kurdan cihê xwe di çalakiyan de girtin. Kurdan bi alên xwe cihê xwe di çalakiyan de girtin.   Li bajarê Lavrîo yê bi ser Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê de ye pîrozbahiya 1'ê Gulanê hat lidarxistin.   Di meşa 1'ê Gulanê de ku sendîkayên Yewnanîstanê jî amade bûn, li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin.   Li bajarê Lorîentê jî wekî li tevahiya Fransayê sendîkayên karkeran, partiyên siyasî û gelek saziyên sivîl daketin qadan.   Kurdan jî bi alên xwe cihê xwe di çalakiyan de girtin.   Li navenda bajarê Lorîentê saet di 10'an de bi hezaran kes hatin cem hev û bi dirûşman meşiyan.   Di meşê de reforma teqawîtbûnê ya hikûmeta Fransayê ku temenê teqawidbûnê ji 62’an derdixe 64’an, hat şermezarkirin.   Sendîkayên Fransî li bendê ne ku di 1'ê Gulanê de karkeran li dijî reforma teqawidiyê xwepêşandanek dîrokî li dar bixin.