Li Şirnexê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê vê hikûmetê bişînin 2023-05-01 14:27:17     ŞIRNEX - Li Şirnexê 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Kedekran a Cîhanê bi mîtîngekê hate pîrozkirin.  Di mîtîngê de hate destnîşan kirin ku ew ê bi hêza yekitiya kedkaran vê hikûmetê bişînin.   Bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1’ê Gulanê li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê mîtîng hat lidarxistin. Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Şaxa Genel-Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Şaxa Egîtim Sen’ê ya Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şirnexê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya Bajarê Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û CHP beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Di pîrozbahiyê pankarta bi dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê”, “Mafê Tenduristiyê yê bi zimanê zikmakî” , “Bi rihê 1’ê Gulanê ligel karker û kedkaran ji serkefitna 14’ê Gulanê ve dimeşin” hat vekirin. Girseyê bi korteje ligel dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê” , “Jin Jiyan Azadî” , “Em ê bi ser kevin”, “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Wê Erdogan hesab bide vî gelî” heta qadê meşiyan.     ‘Em ê vî hikûmetê bişînin’   Bername bi deqiyek rêzgirtinê ya ji bo qûrbaniyên erdhejê dest pê kir. Metna daxuyaniya hevpar ji hêla Serokê Giştî ya DİSK’ê yê Şirnexê Ayhan Ergen ve hate xwendin. Ayhan, daxuyand ku îsal 1’ê Gulanê diyarî kesên ku di erhejê de jiyana xwe jidest dane dikin û got: “Em ê vê tarîtiya ku hewl didin me têxin zindanê biçirînin. Niha ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi hikûmeteke welatekî wekhevîxwaz, azadîxwaz, demokrat, zanistî heye û ji bo vê jî têkoşîna me ya ewilî şandina vê hikûmetê ye.”   ‘Li dijî binpêkirina mafan em ê têbikoşin’   Piştre Hevseroka Koemleya Mafên Mirovan Esîn Yilmaz mafê axaftinê girt û got: “Mixabin Tirkiye di warê kuştinên karkeran de yek ji welatên pêşeng e. Karker û sendîkayên ku li dijî van binpêkirinan û rewşa giran têdikoşin zext li wan tên kirin, tên darizandin û girtin. Rojnamegerên ku rewşa aborî ya giran radigihînin tên darizandin û girtin. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku van zextan diparêzin jî   zext tên kirin, tên darizandin û girtin. Çalakger û siyasetmedarên ku di van mijaran de têdikoşin zext li wan tên kirin û tên girtin. Heta hemû zext û binpêkirinên mafan bi dawî bibin û mafên karkeran bê bidestxistin.em ê têkoşîna xwe bidomînin”   ‘Em bi hev re dikarin bi ser kevin’   Herî dawî jî namzeta Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê Newroz Uysal axivî û destnîşan kir bi yekitiya karker û kedkaran serkeftin bi pêkan e û got: “Di sîyaseta me de tişta sereke ew e ku em li ser navê kedkaran bi hev re têkoşînê dikin. Em li dijî binpêkirina mafan, li dijî kedxwariyê, li hemberê newekhêviya jin û mêran a di karê de têkoşînê dikin. Têkoşîna kedkaran têkoşîna herî mafdar e. Ji ber vê divê em bi hev re bi daxwaz û sekna xwe bidin nişandan. Zext û zordestiyên li dijî kedkaran zext û zordestiya li dijî civakê ye. Daxwazên kedkaran polîtîk e. Bi cîh kirina van daxwazan jî bi seknekê polîtîk dikare encam werbigire.”   Piştî axaftinan pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.