Li Zurîchê 1'ê Gulanê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' hat pêşwazîkirin 2023-05-01 12:48:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zurîchê 1'ê Gulanê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' hat pêşwazîkirin. Pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Zurîchê dewam dike û wê sibehê bi meşeke navendî bi dawî bibe.   Komîteya 1’ê Gulanê ya Zurîchê, roja yekîtî, têkoşîn û piştevaniya Kedkaran a Cîhanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ pîroz kir. Pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Zurîchê dewam dike û wê sibehê bi meşeke navendî bi dawî bibe.   Starta 1'ê Gulanê bi standên li Qada Alte Kaserne hate vekirin, hate dayîn. Li gel stantên agahdarkirinê yên li qada 1'ê Gulanê ku rêxistinên civakî yên sivîl ên Swîsreyî û sazî û rêxistinên Tirkiyeyî, Kurdistanî û koçber tevlî bûn, di semîner û atolyeyan de şer, avhewa, pirsgirêka jinê, krîzên aboriyê û pirsgirêkên koçberan ên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.   Di qada 1'ê Gulanê de panela 'Li Rojhilata Navîn demokrasî çawa dikare were avakirin?' hat lidarxistin. Serokê berê yê Amedê Firat Anli, li ser navê Cemiyeta Rojnamevanên Kurdistanê ya Swîsreyê Rûştû Demîrkaya û li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Asmîn Engîn panel pêşkêş kirin û moderatoriya panelê Emre Aykuteli kir.    Di panela ku geşedanên siyasî-civakî yên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin de, ji aliyê Rûştû Demîrkaya ve li ser pirsgirêkên demokrasiyê yên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, têkoşîna Kurdan û nêzîkatiyên çareseriya wan pêşkêşî hate kirin.   Asmîn Engîn li ser bandora têkoşîna jinê ya ku di serhildanên jinan ên li Îran û Rojhilat de derketiye holê, pêşkêşî kir.   Di dawiyê de Firat Anli ku di panelê de axivî, li ser meylên neo-osmanî û rejîmên mêtinger ên li Tirkiyeyê û lêgerîna çareseriyên li dijî faşîzmê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêşkêşî kir.   Qirkirina siyasî hat şermezarkirin   Di bernameya 1'ê Gulanê de êrîşên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk ên li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji aliyê Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê (ÎGÎF) ve li qada 1'ê Gulanê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hate destnîşan kirin ku, desthilatdariya AKP-MHP’ê terora dewletê ava kirine û hate gotin ku Kurd û sosyalîstan kirin hedef.   Piştî meşê ji aliyê ÎGÎF'ê ve panela bi navê 'Li dijî şer û krîzê bi hev re rêxistin bikin!' bi pêşkêşiyên siyasetmedar Alî Orak û Huseyîn Yeter hat lidarxistin.   Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê di 15'ê Adarê de ji aliyê Qibrisê ve hat girtin û biryara radestkirina Elmanyayê hat dayîn de, li qada çalakiyê jî îmze hatin komkirin.   Di çalakiyan de Îbrahîm Kaypakkaya jî di 50’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn.   Komîteya 1’ê Gulanê ya Zurihê îro dê li Helvetîaplatzê meşek navendî organîze bike. Di çarçoveya 1'ê Gulanê de wê li gelek navendên Swîsreyê meş bên lidarxistin.