Rojanamegerên di çalakiyê de hatin binçavkirin: Me soz daye wan 2023-05-01 12:21:36   STENBOL - Rojnamegerên ku li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran li Kadikoyê daxuyanî dan bi êriş û tacîza polîsan re rûbirû man, diyar kirin ku dê derbarê mijarê de gilî bikin û gotin: "Em soz didin rêhevalên xwe em pênûsa wan li erdê nahêlin, Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin."   Di çarçoveya lêpirsîna ku di 8'ê hezîrana 2022'yan de ji hêla Serdozgeriya Komarê ve hat destpêkirin de Midûrê Nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş jî di nav de 22 kes hatibûn binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Îdîanameya rojnamegeran 10 meh şûnde hat amadekirin. Danişîna yekem a dozê dê di 11'ê tîrmehê de bê dîtin. Li aliyê din di 29'ê cotmeha 2022'yan de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya derbarê nûçegihanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger, Midûrê Karên Nivîsê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînli, Denîz Nazlîm, Emrullah Acar, Hakan Yalçin û Salman Guzelyuz lêpîrsin da destpêkirin. Piştî 3 meh û nîv îdîanameya wan jî hat amadekirin. Danişîna yekem a dozê dê di 16'ê gulanê de bê dîtin.    Di nav 10 mehên dawiyê de 27 kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd hatin girtin. Her wiha 19 roj mabû hilbijartinê re di 25'ê nîsanê de jî ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsinek hat destpêkirin û li 21 navendan operasyona binçavkirinê hat kirin. Di nav binçavkiriyan de rojnameger jî hebûn. Di nav de nûçegîhana me Bêrîtan Canozer jî heyî 143 kes hatin binçavkirin. Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa MA'yê Abdurrahman Gok, rojnameger Mehmet Şah Oruç û Remzî Akkaya di nav de 48 kes bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 91 kes jî serbest hatin berdan. Di 29'ê nîsanê de jî ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve jî lêpirsînek hat destpêkirin û li 15 navendan operasyon pêk hat û derbarê 49 kesan de biryara girtinê hat dayîn û Hevseroka Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û edîtorê Ajansa MA'yê Sedat Yilmaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Rojnamegerên ku xwestin li dijî girtin û binçavkirinan li ber Operaya Sureyya a Kadikoyê daxuyaniyê bidin ji hêla polîsan ve bi êrişan re rûbirû man.  Derbarê êrişê rojnameger Yadigar Aygun û Eylem Nazlier ji ajansa me re axivîn.    'Porê min kişandin'   Yadîgar, destnîşan kir ku ji bo hevalên xwe yên hatine binçavkirin û girtin, xwestin daxuyaniyê bidin lê bi êriş û taciza polîsan re rûbirû mane û got: "Sîleyek min xistin. Destê xwe dan herderê bedena min. Porê min kişandin û li min xistin."   'Bila hevalên me bê berdan'   Yadîgar, daxuyand ku bi nêzbûna hilbijartinê re AKP-MHP li hemberî Gelê Kurd, parêzer, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên sivîl operasyona binçavkirinê da destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dibînin ku AKP her ku diçe tengav dibe û dixwaze civak û hilbijêran bitirsîne. 10 rojnamegerên hevalên me hatin binçavkirin. Em dizanin AKP çi dike, dixwaze Çapemeniya Kurd bêdeng bike. Çend girtî û binçavkirîbin jî hevalên me dê her nivîsandina xwe bidomînin. Em ê her tim li cem hempîşeyên xwe bin. Divê demildest hevalên me bên berdan."   'Çapemeniya Azad a Kurd bêdeng nabe'   Yadîgar, banga piştevaniyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êriş ne tenê li hemberî rojnamger, Gelê Kurd û parêzeran pêk tê, li hemberî tevahiya civakê êriş pêk tê. Bi taybetî parêzerên ku hatin binçavkirin amadekariya parastina sindoqan dikir. Niha kesên ku xebatên hilbijartinê dimeşînin tên astengkirin. Çi dibe biba bibe divê her kes li cem rojnamegeran bibe. Em ji AKP’ê natirsin. Nikarin Çapemeniya Azad a Kurd bêdeng bikin."    'Polîsan êrişê li me kir'   Rojnameger Eylem Nazlier, jî di çalakiya bertekan de bi êrişa polîran re rûbirû ma û got: "Bi hinceta biryara walî û qeymeqam çalakiya me hat qedexekirin. Hêj me di nava xwe de nîqaş dikir derbarê daxuyaniyê de polîsan êrişê li me kir. Hêj daxuyaniya me destpênekiribû êriş kirin. Ji xwe biryara dabûn ku dê binçavkirin pêk bê."   Kelepçeya berovajî, tundî, gefxwarin   Eylemê bal kişand ser kelepçeya berovajî, tundî, gefxwarinê û wiha pê de çû:"Min li berxwe da, min îtiraz kir. Min dema got hûn nikarin kelepçeya berovajî bi kar bînin gotin 'tu yê hînî bêdengbûyinê bibe' û min kirin wesayitê. Piştre min anîn wesayita hempîşeya min Serpil Unal. Li wê didan, ji ber min dizanîbû ne rehet e ez qêriyam û min got,'Hûn îşkenceyê li hevala min dikin, pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene, tiştê hûn dikin sûc e, li dijî mafê mirovan e'. Ji bo li wê nedin min xwest têkevim navberê. Polîsê ku ez difikirim amîrê emniyeta Kadikoyê ye got 'Tu nikarî bersivê bide min. Tu nikarî bipeyivî, huş be'. Di wê navberê de şîmaq li ser rûyê min xist. Wê demê deriyê wesatiyat binçavkirinê girtin. Ji ber kelepçeya berovajî bi kar anîbûn min nikaribû rûyê xwe biparêzim. Humik jî bi min dada û li guhê min ket. Hîn jî guhê min diêşe. Bi saetan bi kelepçeya berovajî di wesayitê de dan sekinandin. Ji ber kelepçeya berovajî ya hevalan pir jidandibûn loma jî destên wan reş bûbûn. Kelepçeyê berovajî sist nekirin. Hevalê me Yadîgar Aygun bi nexweşiya dil e. Tevî me got kelepçeya wî sist bike jî sist nekirin. Kelepçeya berovajî ya Pinar Gayip destê wê jêkir. Pir jidandibûn loma jî destê wê reş bû."   Polîsan bi 6 jinên rojnameger dan    Eylemê bi lêv kir ku piştre ew birine Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçin a Goztepeyê û got:"Bi dorê me bi bijîşkan hevdîtin kir. Ji ber min got li min dane filmê min ê BT'ê kişandin. Heta encam derket li dora saet û nîvekê ez li nexweşxaneyê sekinîm. Di wê navberê de hevalên din birin Qereqola Rihtimê. Lê belê diyaloga di navbera polîsan de pir balkêş bû. Dema encama film dirêj bû polîsan digotin 'Karê me hal dikirin, vê carê çi bû gelo ewqas bi derengî ket. Vana karê me zehmet dike gelo?" 6 jinên rojnameger ên hatin binçavkirin ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin. Polîsan çêr û xeberên giran dan."   'Ev bêdengî ji bo çi ye?'   Eylemê bi lêv kir ku li qadan karê wan ê rojnamegeriyê tê astengkirin û got:"Polîs li me didin û me dikin bin çavan. Ev tundî her diçe zêde dibe. Li qadan em gotinên polîsan ên rojnamegeran ji qadê derxin dibihîsin. Di destpêkê de me ji qadan derdixin. Tundiyê li me dikin. Lê belê dema ev tişt tê serê me rêxistinên çapemeniyê tenê twtekê parve dikin. Serê xwe xistine nava qûmê. Di wesayita binçavkirinê de sîleyê bi rojnamegeran dadidin. Lê ka li ku ne? Ji bo wan gerek em rojnamegerên 'populer' bin? Her roj li qadan ev rojnameger hene. Di çalakiyên karker, jin, LGBTI+ de em hene li ku binpêkirina maf hebe em li wir in. Ev bêdengî ji bo çi ye?"   'Soza me ya ji bo hempîşeyên me yên hatine girtin heye'   Eylemê da zanîn çi dibe bila bibe ew ê dev ji faliyetên xwe yên rojnamegeriyê bernedin û wiha got:"Em ê ragihandina rastiyan a ji bo civakê bidomînin. Em ê li dijî kesên dixwazin me bêdeng bikin pîşeya xwe bidomînin. Soza me ya ji bo hempîşeyên me yên hatine girtin heye. Wê pênûsa wan nekeve erdê. Ne ji hevalên me yên rojnameger bûya kesekî wê bi Kemal Kurkut û welatiyên ji helîkopterê kirin xwarê, nizanîba. Di warê pîşeya xwe de em gelekî deyndarê wan e."   Ew ê gilî bikin   Eylemê da zanîn wê giliyê polîsên li wan dane û îşkence li wan kirine bikin û wiha got:"Bila vêya baş bizanibin, wê rojekê bên darizandin. Em bang dikin ku hemû hevalên me yên girtîne bên berdan."