KCDK-E: Di dengdanê de divê em seferber bibin û bibin yek 2023-05-01 10:05:53     NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E'yê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyek da.  KCDK-E'yê got," Ji bo afirandina cîhaneke ji jiyaneke azad û azadiya kedê, em bang dikin ku yekîtî, berxwedan û têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin."   KCDK-E'yê bi bîr xist ku ji her demê bêhtir pêwîstiya têkoşîna azadî û kedê bi têkoşîna hevpar heye û got, "Faşîzma AKP-MHP û dîktatoriya Erdogan ku bûye belayê serê mirovahiyê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li pêşiya tevgera ked, wekhevî û demokrasiyê astengiya herî mezin e. Di serî de şerê li erdnîgariya Kurdan şerê li herêmê dimeşîne bi ked û qezenca kedkaran dimeşîne. Sedema xizanîkirina gelan ev şer e."   '1'ê Gulanê weke roja têkoşîn û yekîtiyê ya li dijî mêtingeriyê ye.'   Di dewamiya daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Di dengdana derveyî welat de ku di 27'ê Nîsanê de dest pê kir û wê 9'ê Gulanê biqede, 1'ê Gulanê weke roja têkoşîn û yekîtiyê ya li dijî mêtingerî, zilm û şer hîn bêhtir bi wate dibe.   Weke gel, kedkar, jin, ciwan, bawerî û bindestan divê em ruhê berxwedan û yekîtiyê di 1'ê Gulanê de li dijî felaket, komkujî û mêtingeriya modernîteya kapîtalîst bikin wesîleya yekîtiya demokratîk.   Li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê di dengdanê de divê em seferber bibin û bibin yek. Li her cihî em bibin yek, li dijî tecrîd û faşîzmê, berxwedana azadiyê mezin bikin.   Bi navê KCDK-E'yê ji bo afirandina cîhaneke ji jiyaneke azad û azadiya kedê, em bang dikin ku yekîtî, berxwedan û têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin."