ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-01 09:00:00     *Li Wanê ciwanên cara yekem di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengên xwe bi kar tînin diyar kirin ku ‘pêşeroja wan şert e’ û jinan jî diyar kirin ku divê ev şer bi dawî bibe, rondikên çavan bes bên barandin û peyama, "Dengek ji Kemal Kiliçdaroglu re dengek jî ji Partiya Çep a Kesk re" dan. DÎMEN HEYE   *Ji hilbijartinan re demek kurt ma û hîna girtin û biçavkirin didomin. Namzetên partiya Çep a Kesk yên Qersê û dildarên partiyê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku deshtilatdariyê fêm kirye ku wê winda bike hewl dide pêvajoyê sabote bike û got çi dikin bila bikin wê desthilatdarî winda bike. DÎMEN HEYE   * Namzeta Partiya Çep a Kesk a Enqereyê Hatîce Goz der barê operasyonên deshtilatdariyê de axivî û got: “Êrîşan zêde dikin lê ev ne xilasiya wan e. Tu tişt wê pêşî li tirsa wan negire. Ev gel bi biryare. Wê ew biçin, bên darizandin, hesab bidin û em ê têkoşîna xwe ji bo vê bidin. BI DÎMEN    *Jinên Şêxborî ku di erdhêjê de xaniyên wan hilweşiya û dewletê tu alîkarî neda wan, diyar kirin ku dixwazin di hilbijartinê de desthilatdarî biguhere û gotin wê dengên xwe bidin kurdan. BI DÎMEN    *Malbatên ku xizmên xwe di qezaya Dêrîkê de windakirin vê qezayê wek “komkijî” bi nav dikin û bi lêv kirin ku bi ser bûyerê re 9 meh derbas bûye jî heta niha kesên berpirsyar nehatine darizandin. Malbatan, her wiha destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartinê de ji îktîdarê hesab bipirsin. BI DÎMEN    *Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, minasebeta 1'ê Gulanê ki Parka Karayollari daxuyaniyê bide. (12.00) BI DÎMEN   * * Hêzên Ked û Demokrasiyê bi minaseveta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran dê li qada Şirnexê mîtîng lidar bixin.(11.00) BI DÎMEN