Li Sêrtê şahî: Kesên pêşengiya jinê red dikin dê winda bikin 2023-04-30 17:05:26     SÊRT - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Sabahat Saritaş di şahiya jinan a ku ji aliyê Partiya Çep a Kesk û TJA'yê ya Sêrtê ve hat organîzekirin de axivî û got, "Yên ku pêşengiya jinê red dikin û jinan di mekanîzmayên biryardayînê de naxwazin wê winda bikin. Yên ku jinan weke kole dibînin û dixwazin di malên wan de heps bikin bila bizanibin ku dê di 14’ê Gulanê de winda bikin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Sêrtê şahiya jinan li dar xistin. Bi dehan jin li qada Taxa Şemsikan a ku bi pankartên Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin li hev civiyan û bi cilên xwe yên kurdî cih  girtin.   Namzeta Parlamenterê ya Sêrtê ya Partiya Çep a Keskan Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Hêlîn Işik ku qeyûm tayînî şûna wê kirin, Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAD-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER) Di çalakiyê de cih girtin.   'Wê di 14'ê Gulanê de winda bikin'   Sabahat di şahiyê de axivî û diyar kir ku desthilatdariya heyî aştî û wekheviyê hedef digire û got, “Li şaredariyên me 2 qeyûm hatin tayînkirin. Di şevekê de Peymana Stenbolê ya ku mafê jinê ye û me bi berxwedaneke mezin bi dest xistibû, fesih kirin. Serdema ku di dîroka Tirkiyeyê de herî zêde jin hatin qetilkirin serdema AKP’ê bû. Dixwazin me bifetisînin. Lê zêdeyî çil sal in em li dijî wan serî hildidin. Em ê bi komkujî, girtin, zindanan serî li ber wan netewînin. Em teslîm nabin. Bila zanibin heta ev coş, hest û bawerî hebe ew ê winda bikin ne em. Yên ku pêşengiya jinê red dikin û jinan di biryardayînê de naxwazin wê winda bikin."   'Em ê berxwedana xwe bidomînin'   Piştre Bêrîvan Hêlîn Işik mafê axaftinê girt û bal kişand ser hilbijartinê  û wiha got: “Demeke kin ji hilbijartinê re maye. 3-4 sal berê bi dengê we me şaredarî paşve sitand û qeyûm dîsa şandin şaredariya. Dîsa bi dengê we em ê di 15’ê Gulanê de qeyûmên wan paşve bişînin. Hêz û berxwedana we mezin e. Yên ku dê vê dinyayê biguherînin hûn in. Ji ber vê yekê ji deng, hêz û berxwedana we ditirsin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."   Şahî bi gerandina govendê bi stranên hunermendan bi dawî bû.