Ji bo çapemeniya azad serdana piştevaniyê 2023-04-30 15:39:54     AMED - TJA, DBP, Partiya Çep a Kesk û HDP’ê ji bo piştgiriyê bidin rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin, çûn serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê.   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel, ji bo piştevaniyê çûn serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran piştevaniya xwe anîn ziman. Rojnamevan, hevserokên HDP û Partiya Çep a Keskan jî beşdarî serdana avahiya DFG bûn.   'Roj bi heriyê nayê seyandin'   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdanê de axivî û diyar kir ku di her hilbijartinê de rojnameger dibin hedef. Çîgdem amaje bi wê yekê kir ku rejîmek desthilatdar heye ku tiştên di nava civakê de diqewimin vedişêre û got, “Peyva “Roj bi heriyê nayê seyandin” bi pîşeya rojnamegeriyê ve girêdayî ye. Hikûmet çi bike jî rastî derdikeve holê. Ev eşkerekirin jî bi destên rojnamevanan tê kirin. Em agahiyên ku hikûmet dixwaze veşêre bi rêya rojnamevanan hîn dibin. Kevneşopiyek çapemeniya azad heye ku tu carî nehatiye înkarkirin. Ev êrîş ne tenê li dijî rojnamevanan e, destwerdana li hemberî rastiya civakê ye."   'Rastî digihêje gel'   Piştre Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku girtina rojnamegeran parçeyek ji êrîşên topyekûn ên li dijî Kurdan e. Salîha got, “Ev dijminatî dijminatiya li dijî rêxistinbûna gelê Kurd e. Ev salek e hema her ji sê mehan carekê operasyon li dijî rojnamevanan tê kirin. Her çiqas rojnamevanan bigrin jî rastî her tim digihêje raya giştî. Ew dizanin ku dê winda bikin. Tiştekî ku ji raya giştî re bêjin nemaye. Çapemeniya wan têrê nake. Çapemeniya azad bi feraseteke azad û serbixwe dixebite. Helwesta çapemeniya azad wan tengav dike. Ji ber vê yekê ew qas êrîşkar in. Çapemeniya azad mîrateya Apê Musas û Gurbetelli Erozler e. Ev kevneşopî wê tu carî bi dawî nebe. Ew ê bi hêztir bidome, "   'Divê em hevgirtinê ava bikin'   Piştre Sekreterê Giştî yê DFG Cuma Daş axivî û diyar kir ku ruhê hevgirtinê girîng e û wiha got: “Rapora azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê roj bi roj ber bi jêr ve diçe. Mixabin em bi vê rapora xerab diçin hilbijartinan. Operasyonên ku ji 25'ê Nîsanê û vir ve didomin nîşan didin ku ji bo hilbijartinê tên kirin. Ji bo vê jî rojnameger di her rewşê de wê karê xwe bidomînin"   'Em ê nivîsandina rastiyê bidomînin'   Berdevka MKGP'ê Roza Metîna, diyar kir ku serdana hevgirtinê ya Partiya Çep a Kesk û DBP'ê watedar e û destnîşan kir ku hikûmetê bi armanca hilbijartinê rojnamevan kirine hedefa xwe û bi taybetî jî rojnamevanên jin dike hedef. Roza, anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya azad tu carî serî netewand û diyar kir ku ew ê nivîsandina rastiyan bidomînin.