Sempozyûma 'Duh û Îro siyaseta tecrîdê': Guhertin di destê me de ye 2023-04-30 13:50:00     ENQERE - Parêzer Rengîn Ergul a di Sempozyûma tecrîdê de axivî, diyar kir ku ji damezrandina komarê de Tirkiyeyê dijminantiya kurda dikeû got, "Em ne bê hêvî ne û guhertina vê di detê me de ye."    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) bi sernavê "Ji berê heta niha polîtîkayên tecrîdê" sempozyûmek li dar xist. Di sempozyuma ku pankartên "Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin" û "Bila Girtiyên Nexweş serbest bên berdan" hatin daliqandin de, namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê herêma 3'yemîn,  Alîşan Şahîn, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD),  endamên sendîkayan û xwendekarên zanîngehê tevli bûn.   'Em ne bê hêvî ne'   Parêzer Rengîn Ergul di sempozyûmê de axivî û bal kişand ser wê yekê ku cezayê girtîgehê yê "heta mirinê" di qanûnê de weke cezayê muebbetê yê girankirî ye. Rengîn da xuyakirin, ku ji dîroka Komara Tirkiyeyê heta niha, vê rejîmê her tim Kurd weke dijmin dibîne. Rengîn bal kişand ser wê yekê ku di sala 2002'an de cezayê heta mirinê di yasayê de cih girtiye, Rengîn destnîşan kir ku bi guhertina qanûnê ya di wê dîrokê de cezayê îdamê veguherî cezayê heta mirinê di girtîgehê de û got, "Bi herdû rêyan jî wê tabût ji girtîgehê bê derxistin. Vê jî nîşan da ku ev qanûn ji bo  Ocalan û kesên di vê rewşê de hatiye guhertin. Bi dosyaya cezayê muebeta giran re cezayê mirinê ji bo Ocalan hat erêkirin. Ji bo vê jî  dosya birin pêşberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û têgeha 'mafê hêviyê' kete lîteratura me. Di biryara AÎHM’ê ya Ocalan 2’an de li ser bingeha mafê hêviyê biryar hat dayîn ku ji aliyê hiqûqî ve îmkana berdana kesekî hebe, divê qanûn bi awayekî bi bandor bê sepandin û di vê pêvajoyê de ewlekarî bê parastin.   'Guhertin  di destê me de ye'   Rengînê bal kişand ser pêwîstiya têkoşîna li dijî tecrîd û binpêkirina mafan û got, "Em ne bê hêvî ne û guhertina vê di destê me de ye."   Sempozyûm didome.