Partiya Çep a Kesk li her derê ye:Jin jiyan azadî 2023-04-29 18:19:45   NAVENDA NÛÇEYAN-Namzetên Partiya Çep a Kesk li Antalya , Îzmîr û Kocaeliyê bi jinan re hatin gel hev. Jinan balkişandin ser girîngiya hilbijartinan û got li ku dibe bila bibe wê bêjin ‘Jin jiyan azadî’. Antalya    Partiya Çep a Kesk li Antalyayê jî xebatên xwe didomîne û di çarçoveya xebatan de namzeta Antalyayê Canan Çalagan û gelek jinên partiyê li Komeleya Çerkes a Antalyayê bi jinan re hatin gel hev. Heyet li vir bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.    Cananê pirsgirêkên jinan guhdar kir û diyar kir ku wek hemû nasnameyên bindest Çerkez jî bi newekheviyê re tên rû hev û got daxwaza wan welatîbûna wekheve û got ji bo Çerkez bi nasnama xwe bên zanîn wê xebatan bimeşînin. Piştî axaftinan xwarinên aydê çanda Çerkezan hat pêşkêşkirin.   Kocaeli     Li navçeya Darica ya Kocaeliyê jî Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hevdîtina gel pêk anîn.  Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê û parlamentera HDP’ê Feleknas Uca, namzetên partiya Çep a Kesk yên Kocaeliyê Serpîl Topal, Selda Îlgoz Kocayîgît, Kudret Davutoglu, Fatma Yildirim,, Zelîha Goksuguzel,, Eylem Arzu Kayaoglu û gelek jin tevli  buroya hilbijartinê ya li taxa Kazim Karabekîr hat vekirin bûn.   Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Kocaeliyê Aynur Santo axivî û êrîşa li dijî buroyên wan şermezar kir û daxuyakirin ku wê hesabê vê di sindoqan de bipirsin.   Piştre namzeta Kocaeliyê Arzu Eylem Kayaoglu axivî û destnîşan kir ku deh salên dawî de kuştinên jinan zêde bûne û jin hepsê malê hatine kirin. Arzuyê peya ji  Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Semra Guzel, Edîbe Şahîn û Nurhayat Altun ji bo jinan hatibû şandin hat xwendin.    Piştre parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca axivî û operasyonên li hember çapemeniyê şermezar kir Û got ew tu carî wê li dijî zextan serî netewînin û got wê jin di 14’ê Gulanê de bîleta AKP’ê bibirin.    Îzmîr   Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk ya îzmîrê jî li taxa Lîmontepe ya Karabaglar  buroya jinê ya hilbijartinê vekir. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Namzetê Îzmîrê Semra Kiratli û gelek kes tevli bûn.   Namzet Semra Kiratli axivî û diyar kir ku wê jin mohra xwe li vê hilbijartinê bidin û got jinan tecrîha xwe ji zû de kirine.    Gulser Yildirim jî axivî û bertek nîşanê operaysonan da  û daxuyakirin ku wê hilbijartinan de bersiva vê bidin.   Bername bi govendê bidawî bû.