Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel 2023-04-29 16:41:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk li navçeya Bodrum a Muglayê û navçeya Ceyhan a Edeneyê bi gel re hate bahev û     Bi nêzbûna 14'ê Gulanê re Partiya Çep a Kesk li Kurdistan û Tirkiyeyê lez da xebatên xwe. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civînên gel tên lidarxistin, şahî bi gel re tê organîzekirin û hevdîtin bi welatiyan re tên kirin. Li Bodrûma Muglayê û Ceyhana Edeneyê hevdîtina gel pêk hat.    Mugla    Partiya Çep a Kesk li navçeya Bodrum a Muglayê bi gel re hate gel hev. Hevdîtin, li Qada Bazarê ya Yalikavakê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur, endamê Meclisa Partiyê (PM) ê Partiya Azadiya Civakî (TOP) Halûk Koşar û gelek kes tev li bûn. Di axafinên ku hatin kirin de bal kişandin ser polîtîkayên AKP-MHP'ê, li ser girîngiya hilbijartinê rawestiyan. Siyasetmedaran diyar kirin ku dê di 14'ê Gulanê de bi ser kevin.   Edene    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de li taxa Kuçukkirim a navçeya Ceyhana Edeneyê civîna gel li dar xist. Şandeya ku Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Mûrat Bozdemîr jî di nav de hevdîtinê li tûrnîkeyên otobana Ceyhanê hate pêşwazîkirin. Şande pişt re derbasî cihê ku civîna gel lê bê lidarxistin bibûn. Şande li vir bi awayekî bi coş hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de siyasetmedar bal kişandin ser girîngî, rol û mîsyona Partiya Çep a Kesk û hat diyar kirin ku dê serkeftin bibe ya gel.