TJK-E : Divê gelê me yê li Ewropayê biçe ser sindoqan 2023-04-29 15:09:44     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê banga çûyina li ser sindoqan kir û wiha got: “Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku di 27’ê Nîsanê-9’ê Gulanê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.”   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da û bang li gelê xwe yê li Ewropayê kir ku di navbera 27’ê Nîsanê-9’ê Gulanê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.   ‘14’ê Gulanê xwedî wateyek dîrokî ye’   TJK-E’yê ev tişt got: “Ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, 14’ê Gulanê xwedî wateyek dîrokî ye. Em ê têgihiştina dewleta Tirk a tunehesibandina gelan, di sala 100’emîn a Lozanê de hilweşînin. Hêza esas ku vê yekê pêk bîne, em jin in. Têkoşîna jinên Kurd sîstema mêrserwer û herî zêde jî Erdogan ê dîktator tirsandiye.   Lewma Erdogan û desthilatdariya wî ya faşîst AKP-MHP, êrîşî hebûna jinan dike. Daxwazên demokrasî û azadiyê yên jinan, cesaret daye civakê. Ji vî alî ve hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo me jinan hîn girîntgir e. Dîktator wê li dijî berxwedana jinan têk biçin. Lewma em di navbera 28’ê Nîsanê-9’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û bi dengê xwe rejîma faşîst têk bibin.”   ‘Eev sedsal sedsala me jinan e’   Divê hilbijêrek jî nemîne ku me nebiribe ser sindoqan. Weke jin em car din rolê xwe yê pêşengiyê bilîzin, car din bibin hêvî û ronahî. Em ê teqez bi ser bikevin, ji ber ku ev sedsal sedsala me jinan e.”