Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî, serbixwe azadî' meş hat lidarxistin 2023-04-29 14:08:45   HELEB - Bi dirûşma "Jin jiyan azadî, serbixwe azadî" meşek li Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê hat lidarxistin.   Bi munasebeta ragihandina dirûşma nû ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "Jin jiyan azadî, serbixwe azadî" meşek li Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê hat lidarxistin. Meş ji pêşiya eywana Yasîn a ku dikeve milê xerbî taxê dest pê kir û li qada Cebenat a ku dikeve milê şerqî taxê bi dawî bû. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Jin jiyan azadî" û alên Kongreya Star hatin hildan.   Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûdê Nediya Yosê ve hat kirin.Nediya di destpêka axaftina xwe de wiha got; “Em hemû giyanên nemir ku her kêlî bi me re dijîn pakrewanên riya azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û silav û hezkirina xwe ji dilê her jineke ciwan em ji Girava Îmraliyê re ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dişînin."   Nediya di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got:"Em bi riya vê dirûşma xwe ya pîroz kar û xebata xwe nû dikin û bi vî rihî hemû jin di her qadê de cih digirin, hêz û vîna xwe nas kirin. Her wiha jinên ciwan îro di çeperên şer de jî cih digirin, ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Em ê bi dirûşma xwe 'Jin jiyan azadî, serbixwe azadî' kar û xebata xwe bidin meşandin û bijîn."    Bi dirûşma "Jin jiyan azadî" meş bi dawî bû.