'Nobeta Edelatê' ya li Rihayê 768 roj in didome 2023-04-29 13:40:07     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 768 roj in didome û malbatê îro ev peyam da: "Dijberî edaletê bêedaletî û zilm e. Bendewariya me ji bo dema nû pêkanîna edaletê ye."    Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû dest pê kirin di roja 768’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê nobet li li Pirsûsê berdewam kir.    Malbatê li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "Dijberî edaletê bêedaletî û zilm e. Bendewariya me ya dema nû pêkanîna edaletê ye. Heta ku edalet pêk neyê aştî û aramî jî pêk nayê."