Bi lêpirsîna navenda wê Enqere ye gelek kes hatin binçavkirin 2023-04-29 13:27:18       AMED - Bi hinceta êpirsîna navenda wê Enqere ye gelek kes hatin binçavkirin. Bi serdegirtina malan Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Bi lêpirsîna navenda wê Enqere ye li 15 bajaran derbarê 49 kesî de biryara girtinê hat dayin. Bi çarçoveya lêpirsînê li Amedê Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz, li Stenbolê xwişka Sedat, Filiz Yilmaz, li Fethiyeyê Cîhan Gune li Rihayê, Ramazan Debe, Li Sokeyê, Erol Balci û Evin Ozbek, Mahmut Dogi, Devran Ak û Cahit Kanbay di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin kesên li 15 bajaran hatine binçavkirin wê bibin Enqereyê. Ji bo kesên hatine binçavkirin jî biryara sînorkirina parêzeran a 24 saetan hat dayin.