Partiya Çep a Kesk bi namzetên ciwan hêviyê dide 2023-04-29 09:03:25     ERDEXAN - Namzeta ciwan ya partiya Çep a Kesk Dîcle Akturk diyar kir ku jin ji bo pêşerojê bi hêvîne û divê jin bêdeng neminin.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demeke kurt ma û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê Partiya Çepk a Kesk dikeve hilbijartinan û yek ji partiya ku herî zêde namzetên jin nîşan daye ye.   Li gorî daneyan 750 jinî ji bo namzetiyêe serî li Partiya Çep a Kesk daye. Partiyê di esasa nûneriya wekhev de 270 jin di lîsteyên xwe de namzet nîşan da.  Li 35 bajarî jin di rêza yekem de cih danê û hedefa wan eve ku herî kêm 55 jinî bikeve parlamentoyê.   Yek ji namzeta jin ya Partiya Çep a Kesk a Erdexanê Dîcle Akturk e û di rêza duyem de hatiye nîşandan.    Gelek kes ji ber betaliyê koç dikin   Dîcle ya 19 salî ye Xwendekara pola yekemîn a beşa Civaknasiyê ye. Wek gelek ciwanên Erdexanê ew jî li Stenbolê hat dinê. Erdexan ku di alî çandinî û sewalkariyê de pir dewlemende ji ber aboriya qels mirov jê koç dikin. Malbata Dîcleyê jî ji ber vê sedemê koçî Stenbolê dike û 30 sale li Stenbolê dijîn. Dîcle diyar dike ku malbata wê bi awayekî aktîf di têkoşînê de ye û wiha domand: “Ez di partiya Çep a Kesk de cih digirim. Bêguman bandora malbata min pir li ser min bû. Min xwest ev ez wisa bidomînim.”   ‘Partiya jina ye’   Dîcleyê her wiha ji bo xalên di danezana hilbijartinê ya jinan de cih girtiye jî wiha vegot: “Ev xal li dijî binpêkirina keda jinê hatine kirin. Bêguman xalên gelek girîng û rastin. Di vî alî de nîşan dide ku Partiya Çep a Kesk partiya jinê ye. Di alî me de jî tiştekî pir xweş bû. Li Erdexanê jin zêde nayên dîtin. Hewcedariya jinan bi qadên civakîbûnê hene. Mînak li Stenbolê Komeleya Jinan a Golelî hatiye avakirin û li wir jin xwarinan, berhemên destan çêdikin diforşin. Berhemên aydê Erdexanê çêdikin. Em jî dikarin li Erdexanê platformên wisa ava bikin. Li Gole, Hoçvan, Damala, Posof û Çildirê dikare qadên ji bo jinan bên vekirin.”   Piştgiriya jinan girîng e   Dîcleyê destnîşan kir ku ji bo qadên civakîbûnê bên avakirin hewcedarî bi piştgiriya jinan heye û wiha dawî lê anî: “Divê em dayikên xwe vexwendiyê kolanan bikin. Divê em xebatên hilbijartinan bi hev re bimeşînin. Ji bo vê bi rastî hewcedarî bi piştgiriya wan heye. Bi salane li Erdexanê parlamenterên jin dernakevin. Ji partiya jinan çima parlamenter derneve? Li şûna min dikare jinên din jî hebûna hêviyên din jî hebûna. Bila jin bêdeng nemînin. Em bi hevîne em bi nirxin. Em hêvîne. Em ji bo pêşerojê bibin hêvî.”