Polîsan bi ser gelek malan de girtin 2023-04-29 08:39:17     AMED – Bi hinceta lêpirsîneke navenda wê li Enqereyê hatiye destpêkirin li hin bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû, edîtorê ajansa MA'yê Sedat Yilmaz û di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Bi hinceta lêpirsîneke navenda wê li Enqereyê hatiye destpêkirin li hin bajaran bi ser malan de hate girtin. Di malên bi ser de hatin girtin de lêgerîn hatin kirin. Di serdegirtinan de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê û xwişka wî Filîz Yilmaz jî di nav de gelek kes jî li Stenbolê hatin binçavkirin.